Seid Mein: Radestkirina bingeha Zêlkanê pêngavrke stratejîk e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku lihevkirina di navbera Bexda û Enqereyê de bo radestkirina bingeha leşkerî ya "Başîk - Zêlkan"ê bo hikûmeta federal pêngaveka stratejîk e bo çespandina serweriya Îraqê û sepandina deshilata qanûnê.
Serokê Desteya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Ferîq Seid Mein ragihand ku wergirtina bingeha navborî bi awayekî rastrast ji aliyê hikûmeta federal ve bêyî desttêwerdana ti aliyekî xwecihî çespandina wê rêbaza destûrî ye ku birêvebirina dezgehên leşkerî tenê di deshilata dezgehên fermî yên dewletê de ye.
Serokê Desteya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê amaje jî kir ku ev pêngav derfetê bo rêkxistina rewşa ewlehiyê ya parêzgeha Neynawayê û derdorên Mûsilê peyda dike, bi merema bidestveanîna tenahiyeka ewlehiyê ya berdewam.
Seid Mein amaje jî da ku wê lihevkirinê rehendên siyasî yên berçav hene, ji ber doza hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ji bazineya nakokiyê vediguhêze ser rêyeka danûstandinan a rêkxistî, ev jî hevkariyên aborî û ewlehiyê yên di navbera Bexda û Enqereyê de xurttir dike û dibe palder bo bilezkirina projeyên hevpar û berî hemiyan jî projeya stratejîk a "Rêya Pêşxistinê".
Di derheqa rêkarên meydanî de jî, Serokê Desteya Ragihandina Ewlehiyê eşkere kir ku ew lihevkirin çûye di qonaxa bicihanîna kiryarkî de, bi rêya radestkirina qonax bi qonax û li gorî bernameyeka demkî ya hevahengkirî di navbera her du aliyan de.
Seid Mein tekez jî kir ku ev biryar "pakêjeka ewlehiyê ya giştgir e" û girêdayî bidawîanîna hebûna hemî komên çekdar ên biyanî yên qedexekirî û sepandina deshilata dewletê li qezaya Şingalê û deverên bakur e.
Di dawiyê de jî, Seid Mein tekez li ser pabendbûna dewletê bi sînordarkirina çekan tenê di destê dezgehên fermî de û misogerkirina yekparçeyiya biryara ewlehiyê kir, da ku jîngeheka guncayî bo bicihanîna hevfêmkirinan û parastina berjewendî û serweriya axa Îraqê bê misogerkirin.