Li Diyarbekirê Ferhenga Têgehên Aboriyê ya Kurdî tê amadekirin

Diyarbekir (K24) – Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê ragihand ku wan dest bi xebata çêkirina Ferhenga Têgehên Aboriyê ya Kurdî kiriye. Rêveberên Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê amaje dikin ku wan di vî warî de valahiyek dîtiye û xwestiye ku vê valahiya giring tije bikin. Rêxistinên zimanê kurdî jî xebatên wisa yên li ser zimanê kurdî hêja û pêdivî dibînin.

Li Diyarbekirê li ser pêşxistina zimanê kurdî di warê aboriyê de xebatek dest pê dike, ku di navbera Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê û Weqfa Mezopotamyê de bo amadekirina Ferhenga Têgehên Aboriyê ya Kurdî protokolek hat îmzekirin.

Rêveberên Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê balê dikêşin ser wê yekê ku ji her alîyî ve pêdivî bi xwedîlêderketin û pêşxistina zimanê kurdî heye, di warê aboriyê de jî kêmasiyek hatiye dîtin û ji bo ku kurdî bibe zimanê bazarê jî, ev xizmet dê mifadêr be.

Berpirsê Çand û Ziman ê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya DiyarbekirêFarûk Korkmaz di vî warî de dibêje: ““Zimanê kurdî her ku diçe ji bazarê vedikişe, pêdivî ye ku karsazên me di kar û xebatên xwe de giringiyê bidin bikaranîna zimanê kurdî, me ev kêmasî dît û me biryar da ku xebatek wisa bimeşînin, dema di bazarê de kurdî hebe di hemî qadên jiyanê de kurdî cih digire.”

Rêxistinên zimanê kurdî jî li ser xebata amadekirina ferhenga Têgehên Aboriyê ya Kurdî dibêjin ku her xebateka xizmeta zimanê kurdî dike hêja ye û divê hemî jûrên pîşesazî û bazirganiyê yên Bakurê Kurdistanê li gel zankoyan jî giringiyê bidin xebatên wisa.

Berdevkê Platforma Zzimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî dibêje: “Dema em li dîrokê dinihêrin, gelek tişt wek aborî, huner û çandî ji Kurdistanê derketine, lê me nekariye em zimanê xwe li gorî wê yekê biguncînin, ji ber wê yekê xebatên wisa giring in lê divê em kêmasiyan jî bînin zimên.”

Di Ferhenga Têgehên Aboriyê ya Kurdî de, dê 5 hezar têgeh werin pênasekirin û ev têgeh jî dê bo zimanên wek tirkî, erebî, farisî û ingilîzî jî werin wergerandin.