Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê deriyên xwe vekirin
Diyarbekir (K24) – Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekrê deriyên xwe bo xwîneran vekir. Pêşangeha ku dê 9 rojan bidomî de, weşanxaneyên kurdî jî di nav de, gelek weşanxane beşdar dibin. Ji bilî rojên îmzeyan ên nivîskaran, dê 74 panel jî werin lidarxistin. Nivîskarên Kurd ên beşdarî pêşangehê bûyî, bal dikşînin, ku pêşketina teknolojyaye û hişê destkird, ku bi awayeke gerdûnî, bandorek neyênî li ser xwendina pirtukan dike.
Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê ya 10. li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Mezopotamyayê bi hevkariya Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir, Yekîtiya Weşangerên Tirkiye û TUYAPê dest pê kir. îsal nêzîkî 125 weşanxane û sazî di pêşangehê de beşdar in û her wiha dê derbarê mijarên curbecur de 74 panel werin li darxistin . Amadekarên pêşangehê didin zanîn ku ew hêvî dikin pêşangehên wisa hem bi dilê weşanxane û nivîskaran bin û hem jî bi dilê xwîneran bin.
Gerînendeyê Navenda Pêşangehan a Mezopotamyayê Welat Ekdîrîcî ji K24ê re got: “Pêşangeh dibin wesîle ku weşanger û nivîskar, nivîskar û xwîner werin cem hev û derbarê nêrîn û ramanên cude de danustanê bikin ku îsal jî hêviya me ev e, lê îsal weşanxaneyên xizmetê didin dibistanan di pêşangehê de ne beşdar in ev jî ji ber pergala perwerdehiya Tirkiyê de ye.”
Di pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê ya 10.emîn de 27 weşanxaneyên kurdî jî beşdar in, nivîskarên kur dli aliyekê dibêjin bo weşangeriya kurd pêşangehên Diyarbekirê xwedî cihek taybet in û li aliyekê jî balê dikêşin ku weşangeriya kurd jî wekî hemû weşanxaneyan hember pêşketîna teknolojiye pirsgirêk dijîn.
Nivîskar Roşan Lezgîn dibêje: “Pêşangeh bo xwîner û nîvîskaran girîng in û bi taybetî jî dema li Diyarbekir tê li darxistin kurdî tîne bîra mirov, pirtûkên kurdî tên bîra mirov.”
Nivîskar Qahir Bateyî got: “Pêşketina teknolojiye û hişê çêkirî bandorek neyînî li ser pirtukan dikin, ev ne tenê bo kurdî bo hemu cîhanê wisa ye, li Ewropa cihê ku herî zêde pirtuk lê tên çapkirin Swêd e lê sala borî li Swêdê 654 pirtukxane hatin girtin.
Sala borî 236 hezar û 479 kesan serdana pêşangeha pirtûkan a Diyarbekirê kirin û îsal jî her çiqas weşanxaneyên perwerdehiyê ne beşdar bin jî ku bandorê li ser hijmarê dike dîsa jî hêvî ew e ku hijmarên sala borî werin bidestxistin.”