Projeqanûna budceya 2027ê bo Encûmena Wezîran a Îraqê hat şandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezarî ya Aborî ya Îraqê reşnivîsa projeqanûna budceya giştî ya federal bo sala 2027ê pejirand û ew ji bo Encûmena Wezîran şand.
Li gorî nivîsareka fermî ku îmzeya Cîgirê Serokê Encûmena Wezarî ya Aborî û Wezîrê Darayî yê Îraqê Faliha Sarî li ser e û bi dîroka îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê ye, reşnivîsa projeqanûna budceya 2027ê bo Emîndariya Giştî ya Encûmena Wezîran hatiye şandin.
Di wê nivîsarê de hatiye ku Encûmena Wezarî ya Aborî di civîna xwe ya 12ê de ku îro hat kirin, haydarî reşnivîsa projeqanûna budceya giştî ya federal bo sala darayî ya 2027ê bûye. Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ew reşnivîs bi rêya nivîsareka Wezareta Darayî di 26ê Îlonê de bi awayekî ji nişkê ve ketibû ber destê wan.
Encûmena Wezarî ya Aborî di nivîsara xwe de, ku vavartina "Gelek bilez" lê hatiye kirin, raspardeya wê yekê daye ku reşnivîsa projeqanûna budceyê bo Encûmena Wezîran bê şandin, ligel liberçavwergirtin û wergirtina têbînî û dîtinên endamên Encûmena Aborî li ser wê projeqanûnê, da ku rêkarên pêdivî li ser bên bicihanîn.
Tê nûkirin…