Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê pûçkirina planeke terorîstî ya DAIŞê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê pûçkirina planeka terorîstî ya rêxistina DAIŞê ragihand. Di operasyoneka pêşwext a dezgehên ewlehiyê li çend parêzgehên de, hemî endamên şaneyeka DAIŞê hatin desteserkirin û dest bi ser çend bombeyên amadekirî bo teqandinê jî de hat girtin.
Li gorî ragihandineka fermî ya Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, ew operasyon îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Giştî ve û bi hevahengî ligel hêzên ewlehiya navxwe ve hat birêvebirin, piştî şopandina berfireh a hewalgiriyê li ser livûtevgora şaneyeka girêdayî çekdarên DAIŞê li çend parêzgehên cihê cihê.
Di wê ragihandinê de hatiye ku hêzên ewlehiyê kariye bi rengekê serkeftî bi ser cihên wê komê de bigirin û hemî endamên wê şaneya terorîstî desteser bikin.
Herwesa di dema pişkinîna wî cihî de, dest bi ser hejmareka bombeyên çandî de jî hatiye girtin ku di qonaxa dawiyê ya amadekirinê bo teqandinê de bûn, ligel desbiserdagirtina embareka çekên cihê cihê, narincokên destî û hejmareka berçav a teqemeniyan.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê tekez li ser wê yekê jî kir ku armanca vê şaneyê têkdana ewlehiyê û lêdana tenahiyê li deverê bû bi rêya kiryarên têkderane, belê hişyariya dezgehên ewlehiyê û pêngavên pêşwext wesa kir ku hemî planên wan berî bicihanînê bên pûçkirin.
Ev jî di demekê de ye ku her îro Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê ragihand ku hêzên wan di rûbirûbûneka çekdarî de li sînorê nahiyeya Pirdê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, du terorîstên rêxistina DAIŞê kuştine, ku şûtikên bombekirî li xwe bestibûn.
Li gorî ragihandineka Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê, îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, pevçûneka çekdarî di navbera hêzên Dijeterorê û paşmayiyên çekdarên DAIŞê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê çê bûye.
Di wê ragihandinê de hatiye: "Di encama rûbirûbûna Dezgeha Dijeterorê ligel paşmayiyên çeteyên terorîst ên DAIŞê de li sînorê nahiyeya Pirdê, du terorîst ku bi niyeta kirina êrîşa xwekujiyê şûtikên bombekirî li xwe bestibûn, yekser hatine kuştin."
Ev operasyon di çarçoveya bizavên berdewam ên hêzên ewlehiyê yên Îraqê de ye, bo pişkinîna deverên çiyayî û sînorî û wêrankirina cihên paşmayiyên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê.