Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê: Em ê di şerê li dijî DAIŞê de berdewam bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Dîlan Yeşilgoz radigihîne, aloziyên Rojhilata Navîn rasterast bandorê li Ewropayê dikin, û tekez dike ku ew ê piştevaniya xwe ya bo hêzên Iraqî û şerê dijî DAIŞê bidomînin.
Cîgira Serokwezîr û Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Dîlan Yeşilgoz ji Kurdistan24ê re ragihand, rewş û pêşketinên li Rojhilata Navîn bandoreke rasterast li ser Ewropa û tevahiya cîhanê dikin; ji ber vê yekê divê civaka navdewletî hemû hewldanên xwe ji bo kêmkirina rageşî û aloziyan li vê herêmê zêde bike.
Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê bal kişand ser rola sereke ya Washingtonê di parastina hevsengiya ewlehiyê de û got: "Hebûna Amerîkayê li Rojhilata Navîn ji bo ewlehî û aramiya navçeyê girîng e. Ez ji Amerîkiyan re dibêjim, hebûna we hem li Ewropayê û hem jî li Rojhilata Navîn gelek pêwîst e."
Derbarê paşeroja asayîşa navçeyê û egera derketina valahiya ewlehiyê de, Yeşilgoz diyar kir, divê heta piştî vekişîna hêzên Amerîkayê jî kar ji bo misogerkirina aramiya berdewam bê kirin. Herwiha got: "Pêdiviya me bi hemû hevpeymanên me heye û em jî wek Hollanda berpirsiyariya xwe ya li ser milê xwe bi cih tînin."
Di dawiya peyama xwe de, Dîlan Yeşilgoz tekezî li ser hevkariya leşkerî kir û got: "Em ê di piştevanîkirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de bi biryardarî berdewam bin."