Li Diyarbekirê xwenîşandanek li dijî kuştina jinan hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê xwenîşandanek bo şermezarkirina kuştina jinan hat kirin. Di wê xwenîşandanê de, tekez li ser rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan û çalakkirina rêkarên parastina mafên wan hat kirin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Sîra Buçak di gotarekê de diyar kir ku ev gelek sal in jin li wê deverê xebatê dikin, lê tundûtûjî û kuştina jinan bûye pirsgirêka pêkhateyî û desthilatdar guh nadin daxwaziyên qanûnî.
Sîra Buçak rexne li pergala dadweriyê girtin, ku cezakirina bikerên tundûtûjiyê kêm dike û li gorî pêdivîtiyê qanûnên rêgir bi cih nayîne. Herwesa bal kişand ser doza windabûn û canjidestdana kesên wekî "Gulistan Doku" û "Rojîn Kabaiş" û tekez li ser berdewamiya piştgiriya civakê bo van Dozan kir.
Ji aliyekê din ve jî, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ragihand ku jin di eynî demê de xebatê bo azadî û wekheviya xwe û gelê Kurd dikin. Diyar jî kir ku di demakê de ku hukûmet û wezaret înkara hebûna tundûtûjiyê dikin, rêveberiyên xwecihî bizavên xwe bo parastina jiyan û mafên jinan zêde kirine.
Şaredariyên Bakurê Kurdistanê, yên ku ji aliyê DEM Partiyê ve tên birêvebirin, xwedî çend navend û rêkarên piştgiriya civakî ne bo alîkarîkirina wan jinên ku rûbirûyî tundûtûjiya malbatî dibin. Ev di demakê de ye ku çalakvan daxwaza bicihanîna bendên qanûnî yên parastina mafên jinan û rêgirtina li cezanedana tawanbaran dikin.