Balafirxaneya Hewlêrê: Ti biryarek bo destpêkirina geştan ligel Îranê negehiştiye me

Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê
Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê diyar dike ku heta niha ti haydarkirineka asayîbûna geştên asmanî di navbera balafirxaneyên Îraq û Îranê de negehiştiye wan.

Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hişyar îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, taybet bo Kurdistan24ê got: "Heta niha ti haydarkirineka asayîbûna geştên asmanî di navbera balafirxaneyên Îraq û Îranê de negehiştiye me."

Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê diyar jî kir ku her haydarkirineka li ser asayîbûna geştan hebe, dê bi rengekî fermî ji aliyê Desteya Deshelata Balafirvaniyê ya Îraqê ve bigehe wan, û diyar jî kir ku heta niha ti tiştekî nû nîne.

Ji aliyekê din ve jî, Balyozê Îraqê li Têhranê Yasir Ebdulkerîm Hecac her îro di daxuyaniyekê de bo Ajansa Nûçeyan a Îraqê ragihand: "Hikûmeta Îraqê ti biryarek bo rawestandina geştan ligel Îranê dernexistiye, belkî sedema rawestana geştan ew bû ku kompaniyên biyanî yên pêşkêşkarên xizmetkariyên erdî di balafirxaneyan de, ji tirsa cezayên Amerîkayê amade nebûn xizmetan pêşkêşî balafirên Îranî bikin."

Rêveberê Hêla Asmanî ya Mahanê ya Îranî li Îraq û Herêma Kurdistanê Serseng Memûndî di daxuyaniyeka taybet de bo Kurdistan24ê ragihand: "Biryar bû ku îro geşteka me ji Tehranê bo Hewlêrê û berevajî jî ji Hewlêrê bo Tehranê hebe, lê şevêdî ji me re hat ragihandin ku rêpêdayî nîne." Amaje jî kir: "Her bo îro, geşta asmanî ya kompaniya me bo bajêrê Silêmaniyê jî hilweşiya."