Zaxo li ser asta Herêma Kurdistanê û Îraqê paqijtirîn bajar e

Zaxo
Zaxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Hemî spêdehiyan zû karê karê paqijkirina Kornîşê Zaxoyê dikin. Zekeriya ligel hevparên xwe ligel helatina rojê dest bi rakirina gilêş û bermayîkên nava kornîşê Zaxoyê yê geştyarî dikin, daku dema geştyar û xelkê serdana wî dikin, çavê wan tenê li paqijî û xweşiktiya wê bimîne.

Zaxo di çav û dilên geştyaran de û bi taybetî yên jêriya Îraqê paqijtirîn û nimûnetirîn bajar e; ew bi paqijiya Zaxoyê matmayî û dilxweş bûne û hêvîdar in ku Zaxo bibe nimûneyek bo hemî Îraqê.

Di 24 seetan de karê paqijkirinê bo hemî cihên geştyarî û sûka Zaxoyê û cihên bazirganî tê kirin, saku ji pîsbûnê bên parastin. Piştî ku Zaxo bû rêveberiyeka serbixwe û zêdetir kar li ser paqijiya jîngehê û zêdekirina keskatiyê hatiye kirin, rêjeya keskkirina bajarî ji 1% bo 12% bilind bûye û kar li ser zêdekirina wê rêjeyê berdewam e.

Li beranberî sê salên borî, Zaxo bi rêjeya 90% paqijtir bûye. xala serekî ya paqijbûna wê jî ji bo hişyariya xelkê wê û rijdiya dezgehên hikûmetê vedigere, ku bi hev re jîngehê xwe paqij dikin.