Zeydî: Bidawîhatina erkê Hevpeymanan wateya bidawîhatina teror û xeteriyên wê nade

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê Elî Zeydî ragihand ku erkê hêzên Hevpeymanan li Iraqê bi rengekê fermî bidawî hat û welat ketiye "qonaxa serweriyê", lê tekez jî kir ku ev yek ne bi wateya bidawîhatina terorê û xeteriyên wê ye.

Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê Elî Zeydî îro Çarşem, 30ê Îlona 2026ê, di meresîma bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymanan li Iraqê de ragihand: "Îro bi rengekê fermî erkê Hevpeymanan li Iraqê bidawî hat, îro çinîna berhemê qurbanîdana gelê Iraqê ye, hêzên ewlehiyê yên Iraqê di dema borî de xwe rêk xistiye."

Elî Zeydî got: "Em spasiya hemî wan welatan dikin ên ku tevlî Hevpeymaniya Dijî Terorê bûn, herwesa em spasiya efser û şêwirmendên wan dikin; qonaxeka nû dest pê kiriye û em navê wê dikin 'qonaxa serweriya Iraqê'."

Navborî herwesa nîşan da ku erkê Hevpeymanan bi rengekê serkeftî bidawî hat, lê erkê parastina vê serkeftinê ji nû dest pê kir: "Nabe ti çekek li derveyî qanûnê be û herwesa nabe ti hêzek li derveyî destûrî be."

Serokê Encûmena Wezîrên Îraqê tekez jî kir ku bidawîhatina erkê Hevpeymanan ne bi wateya bidawîhatina terorê û xeteriyên wê ye.