Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Kurdistan24ê re: Şiyanên Pêşmerge gelekî pêş ketine

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, hêzên wan li gorî rêkeftina navbera her du welatan ji Iraqê vekişiyane û da zanîn ku asta şiyan û amadebûna Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê gelekî pêş ketiye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re eşkere kir: “Amerîkayê proseya vekişandina hêzên xwe ji Iraqê heta 30yê Îlonê bi awayekî serkeftî bidawî anî. Ev gav bi temamî li gorî wê xişteya demî ye ku berê bi Hikûmeta Federal a Iraqê re li ser hatibû lihevkirin.”

Tommy Pigott amaje bi wê yekê kir, vekişîna hêzên wan “rengvedana bilindbûn û pêşketina şiyanên hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ye; herwiha nîşana vekirina rûpeleke girîng e di peywendiyên dualî yên navbera Iraq û Amerîkayê de.”

Derbarê paşeroja peywendiyên Waşîngtonê bi Hewlêr û Bexdayê re, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir, welatê wî pabend e bi hebûna hevkariyeke bihêz a aborî û ewlehiyê li gel Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Pigott piştgiriya Amerîkayê ji bo hewlên Bexdayê nû kir û got: “Em piştgiriya pêngavên Serokwezîr Elî Zeydî yên ji bo çespandin û pêkanîna serweriya Iraqê dikin; di demekê de ku welat di bin serokatiya wî de û di çarçoveya hevpariyeke temam a bi Amerîkayê re, gavan ber bi qonaxeke nû ve diavêje.”

duh 30yê Îlona 2026an, piştî 12 salan ji hebûna wan li navçeyê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê, bi awayekî fermî ji Iraq û Herêma Kurdistanê vekişiyan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya “Truth Social” peyamek belav kir û got: “Ez bi dilxweşî derketina dawî serbazên Amerîkayê ji Iraqê radigihînim. Ji ber biryareke şaş, em demeke pir dirêj di vî golavî de mabûn; lê êdî ew jî dibe beşek ji dîrokê.”

Trump her wiha bal kişand ser girîngiya vê rojê ji bo Amerîkayê û tekez kir ku ew çarenivîsa Iraqê dispêre Serokwezîr Elî Zeydî, kesê ku wî berê jî piştgirî lê kiribû.