Li çiyayê Bêstûnê mezintirîn berhemê bertaşiyê yê serdemê Sasaniyan heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser sîngê çiyayê Bêstûnê yê Kirmanşanê mezintirîn berhemê bertaşiyê yê serdemê Sasaniyan xwe diyar dike. Ferhad Taş an jî wekî xelkê deverê dibêjin Feretiraş, bi bilindiya 15 metreyan û dirêjiya 200 metreyan li deşta Bêstûnê tê dîtin.

Li ser sîngê çiyayê Bêstûnê yê Kirmanşanê mezintirîn berhemê bertaşiyê yê serdemê Sasaniyan xwe diyar dike. Ferhad Taş an jî wekî xelkê deverê dibêjin Feretiraş, bi bilindiya 15 metreyan û dirêjiya 200 metreyan li deşta Bêstûnê tê dîtin. 

Di nav şûnwarnas û xelkê deverê de dîtinên cihêreng li ser vî şûnwarî 1500 salî hene. Her çend şûnwarnasê Almanyayî Herzfeld dîroka wê hezar salên dî jî vedgerîne û li wê bawerê ye ku vedigere serdemê emperatoriya Hexamenişî, lê dîtina zal li ser wê yekê ye ku ev şûnwar girêdayî serdemê padişahiya Xosrew Perwîzê Sasanî ye.

Tenê çend sed metreyan wêdetir, bermayiyên berhemeka dêrîn xwe diyar dikin ku tê gotin bingeha Koçka Xosrew Perwîzê Sasanî bûye. Hin şûnwarnas li ser wê bawerê ne ku bi nêrîna li wê yekê ku Ferhad Taş hatiye nivîsîn û dîmenên padişahan li ser nehatine kolan, dibe ku tenê kana dabînkirina berî bo avakirina vê Koçka Xosrew Perwîz û çend avahiyên dî bûbe.

Çiyayê Bêstûnê û devera şûnwarî ya Bêstûnê, ku 30 kîlometreyan li rojhilatê Kirmanşanê ye, bi dehan şûnwarên dîrokî hembêza kirine, ku piraniya wan girêdayî serdemê emperatoriya Sasanî ne. Ji van jî 28 şûnwaran tomarkirina nîştimanî li Îranê wergirtiye û 13 şûnwar jî xwedanên tomara cîhanî ne.