Li Diyarbekirê ji bo bîranîna Aram Tîgran panelek hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê ji bo bîranîna Muzîkjen Aram Tîgran panêlek birêve çû. Beşdarên panelê bal kêşandin ser ked û xebatên Aram Tîgran yên bo hişmendiya neteweyî û amaje kirin ku Aram Tîgranî kariye bi muzîka xwe zimanê kurdî û stranên kurdî bide nasîn û bide heskirin. Aaxftvanên panelê yên ku Aaram Tîgran ji nêz ve dinasin dan zanîn ku malbata Aram Tîgran ê bi eslê xwe Ermen e her dem gotine wan gelek qencî ji kurdan dîtine û kurd li wan xwedî derketine.

Di çarçoveya çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê de bi hevkariya Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir û MA Muzîkê bo bîranîn û danasîna Muzîkjen Aram Tîgranê ku 8ê Tebaxa 2009an wefat kiribû panêlek hat li darxistin. Di panela bi navê Dengê Azadiyê Sembola Biratiyê de muzîkjenên ku Aram Tîgran ji nêz ve dinasin û lêkoler behsa giringiya ked û xebatên Aram Tîgran kirin û bal kêşandin ku Aram Tîgranê ku wek kesek Ermen di 15ê rêbendana 1934ê de li Qamişlo hatiye dinê xwedî giyaneke kurdî bu.

Hunermend Delîl Dîlanar ji Kurdistan24ê re got: “Aram Tîgran di demeke ku qedexe li ser zimanê kurdî hebû xizmeteke girîng da ziman û her wiha di warê amurjeniyê ve jî xizmet da, divê em li mîrata wî xwedî derbikevin.”

Berpirsê Çandê yê Jura Pîşesaziya Diyarbekirê Faruk Korkmaz diyar kir: “Armanca me ew bû ku hem xwedî li mîrata wî derbikevin û hem jî ked û xebata wî bidin nîşan.”

Axaftvanên Panelê stranên Aram tîgran ên navdar ên wek Zimanê Kurdî, Ay Dîlberê û Şev Çû jî bi hevre gotin. Di panelê de bal hate kêşan ku Aram Tîgran di heman demê de nîşaneya çanda xurt â pêkvejiyanê ya nava civaka kurd de ye û her wiha beşdaran dan zanîn ku malbata Aram tîgran jî xwedî li çanda pêkvejiyanê derketine.

Muzîkjen Hozan Dilovan dibêje: “Aram derbasî Ermenîstanê bû û Radyo Êrîvan de stran gotin, Xwedî giyaneke kurdî bû, her tiştê wî kurdî bu, rehmetiyê bavê wî digot “kurdan me rizgar kirine, kurd nebuna em jî nebun û t jî nebuyî” ji Aram re wisa digot. Ewqas girêdayî neteweya me bûn.”

Di Panêlê de bal hate kêşan wesiyeta Aram ew bû ku dema koa dawî kir li Diyarbekirê bi xakê were spartin, lê ew yek pêk nehat û niha hêvî ew e ku rojekê dîsa vegere Diyarbekirê.”