Fermangeha Peywendiyên Derve daxuyaniyên bi navê Sefîn Dizeyî red dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Sefîn Dizeyî ti daxuyaniyek di derheqa birîna daran li deverên sînorî de nedaye û tevaya wan daxuyaniyên bi navê berpirsê wê Fermangehê hatine belavkirin ti bingehên rastîn nînin û çêkirî ne.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Yekşem, 04ê Cotmeha 2026ê, belav kir ku ev çend roj in bi nezanî be an bi zanebûn di hinek malper û platformên torên civakî de daxuyaniyek bi navê Berpirsê Peywendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Muhsin Dizeyî di derheqa birîna daran li deverên sînorî yên ligel Komara Tirkiyeyê de hatibû belavkirin, ku qaşo birîna daran bi agahdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku tevahiya wan daxuyaniyên bi navê berpirsê Fermangehê hatine belavkirin ti bingehên rastîn nînin û çêkirî ne, û di vê demê de ti daxuyaniyeka bi vî rengî nedaye.
Fermangeha navborî herwesa ragihand ku berî pênc salan Sefîn Dizeyî di derheqa birîna daran li deverên sînorî de daxuyanî dabû û ev jî deqê daxuyaniya wê demê ya Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ye: "Birîna daran karekî nerewa, nepesend û ji hemî urf û adetên dîplomasî û cîrantiyê dûr e û bi hemî rengan neqebûlkirî ye. Me nerazîbûna xwe bi gelek rêkên taybet û fermî arasteyî aliyê Tirkî kiriye."
Fermangeha Peywendiyên Derve tekez jî dike: "Em hêvîdar in hinek malper û platform zêdetir bi hûrbînî daxuyanî û nûçeyan belav bikin, bila nebin sekoyek ji bo şêwandina rastiyan û çêkirina bêbaweriyê di civakê de."