Beriya yariya Gençlerbîrlîgî-Amedsporê parvekirineke nijarperest: Kîsê zer
Diyarbekir (K24) – Beriya yariya Gençlerbîrlîgî-Amedsporê ku dê li roja Şemiyê li Enqereyê bê lîstin, alîgirên Gençlerbîrlîgî ji medyaya civakî parvekirinek sosret kirin. Di tabloyê hatî parvekirin de kîsên zer hene, ku kîsê zer bo veguhestina miriyan tê bikaranîn.
Di çarçoveya Lîga Super de, li roja Şemiyê li Enqereyê dê tîmên Amedspor û Gençlerbîrlîgî bikevin hemberî hev. Beriya lîstika hefteya 7., alîgirên Gençlerbîrlîgîyê li ser medyaya civakî parvekirinek wek nijadperestî tê şîrovekirin parve kir.
Di wê parvekirinê de, tabloya bi navê Terbiyekarê Kîsoyan hatiye guherîn û şûna kîsoyan kîsên zer hatine danîn ku kîsên zer bo veguhestina miriyan tên bikaranîn, ku di çalakî û helwestên nijadperest ên dijî kurdan de gelek caran tê bikaranîn. Di derheqa vê parvekirinê de, hîn jî aliyê Gençlerbîrlîgî ti daxuyaniyek nedaye.
Di yariya 24ê Tebaxê ya navbera Kocaelîspor-Amedsporê de jî, alîgirên Kocaelîsporê jî kîsên zer anîbûn yarîgehê û di derheqa vê bûyerê de jî 5 kes hatibûn binçavkirin û paşê bo wan kesan biryara girtina di malê de hatibû dayîn.