Li Hewlêrê pêşbirka hespsiwariyê bi beşdariya zêdetirî 60 siwaran birêve çû
Hewlêr (K24) – Li Yaneya Hespsiwariyê ya Hewlêrê, pêşbirka hespsiwariyê ya werzê payizê li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê birêve çû. Armanca sereke, amadekirina siwaran e ji bo pêşbirkên navdewletî yên sala 2027an.
Li Yaneya Navdewletî ya Hespsiwariyê ya Hewlêrê, bi beşdariya zêdetirî 60 hespsiwarên ji Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê, pêşbirka hespsiwariyê hat lidarxistin.
Ev çalakiya werzişî wekî pêşbirka werzê payizê tê hejmartin û salane bi giştî şeş pêşbirkên wiha tên lidarxistin. Di roja yekem a pêşbirkê de 64 hespsiwaran di sê astên cuda de behremendî û şiyanên xwe nîşan dan.
Armanca sereke ya vê qonaxê ew e ku jîngeheke guncaw ji bo siwarên ciwan were afirandin, daku ji bo pêşbirkeke mezin a navdewletî ya ku biryar e di sala 2027an de were lidarxistin, xwe amade bikin.
Yek ji dîmenên herî balkêş ên vê carê beşdariya zarokan bû. Beşdarên herî biçûk du xwişk bûn ku temenê wan 5 û 6 sal bûn. Wan bi awayekî serkeftî hesp ajotin û ji ber wêrekiya xwe xelata beşdariyê wergirtin.
Beşdarên pêşbirkê kêfxweşiya xwe li hember vê derfetê nîşan dan. Yek ji keçên hespsiwar derbarê werzişa xwe de got: "Di hespsiwariyê de ya herî girîng ew e ku tu hespê xwe kontrol bikî, hest pê bikî û pê re têbigihîjî. Em dixebitin ku di dahatûyê de beşdarî tûrnûvayên mezintir bibin."
Herwiha rahênerê hespsiwariyê Kaptên Leys Sebah bal kişand ser asta bilind a werzişê li Hewlêrê û got: "Yaneya Hespsiwariyê ya Hewlêrê yek ji cihên herî pêşkeftî ye li herêmê. Li vir şiyana me heye ku em ji hemû temenan re perwerdeyê bidin û wan ji bo astên navdewletî amade bikin."
Hespsiwarî li Herêma Kurdistanê sal bi sal zêdetir berfireh dibe û bi rêya van çalakiyan hewl tê dayîn ku siwarên Kurd û Iraqî bigihin asta pêşbirkên cîhanî.