15 şêfên Kurdistanê di festîvaleke navdewletî de hevrikiyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Navdewletî ya Şêfan îro 10ê Cotmehê li Bexdayê, bi beşdariya 200 Şêfên ji 18 welatan dest pê kir. Çalakiyên vê festîvalê dê sê rojan berdewam bikin.
Di vê çalakiya navdewletî de, Herêma Kurdistanê bi tîmeke ji 15 şêfan ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê beşdar e û ji bo bidestxistina xelatên sereke hevrikiyê dike.
Şêfên Kurd bi çêkirina cureyên cuda yên xwarin û şîraniyên kurdewarî û cîhanî hewl didin baweriya lîjneya nirxandinê bi dest bixin. Şêf Welîd Cafer, yek ji beşdarên tîma Herêma Kurdistanê, hêviya xwe anî ziman ku bikaribe di pêşbirkê de encameke baş bidest bixe.
Beşdariya şanda Herêma Kurdistanê tenê ji bo wergirtina xelatan nîne, lê belê armanceke mezintir a geştyariyê li pişt heye. Di vî warî de, Rêveberê Bazarkirinê li Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Tofîq ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, armanca wan a sereke danasîna aşpêjxaneya kurdî û şiyanên şêfên Kurdistanê ye.
Tofîq her wiha tekez kir, ew dixwazin bi rêya vê festîvalê bala geştyarên Ereb û biyanî zêdetir ber bi Herêma Kurdistanê ve bikişînin. Ev gav jî wekî beşek ji bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo geşepêdan û pirrengkirina sektora geştyariyê tê dîtin.
Derbarê çawaniya hilbijartina serkeftiyan de, dadwerê pêşbirkê Şêf Enmar Ebdulsetar ji Kurdistan24ê re da zanîn ku lîjneya juriyê ji pisporên Ewropa, Asya û Îraqê pêk tê.
Ebdulsetar herwiha pesnê xwarinên resen ên kurdewarî yên wekî kiftik û kebabê da û diyar kir ku şêfên Kurdistanê xwedî behremendî û asteke pir bilind in.
Festîvalên xwarinê û pêşbirkên aşpêjan li Iraq û Herêma Kurdistanê xwedî girîngiyeke taybet in û salane bi çendîn çalakiyan tên lidarxistin. Armanca sereke ya van cure çalakiyan, nêzîkkirina çandên cuda û afirandina pirekê ye di navbera çêj û miletên cîhanê de.