Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî paşeroja Kurdan li Sûriyeyê nîqaş dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Mezlûm Ebdî kir û di hevdîtinekê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşveçûnên dawiyê yên deverê û rewşa siyasî ya Sûriyeyê li hev guhartin, herwesa bal kişand ser paşeroja Kurdan û rêya diyalogan bo misogerkirina tenahiyê.
Bargayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de amaje daye ku Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, li Pîrmamê pêşwazî li Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî kir.
Li gorî wê daxuyaniyê, her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û pêşveçûnên dawiyê yên Sûriyeyê û deverê li hev guhartin.
Bargayê Barzanî herwesa dibêje: “Her di wê hevdîtinê de behsa paşeroja Kurdan di Sûriyeyê de û rêya diyalogê û bizavên çareserkirina arîşeyan û misogerkirina aramiyê hat kirin.”