Balyozê Romanyayê li Îraqê: Kompaniyên me bo veberhênanê vedigerin Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Romanyayê li Îraqê ragihand ku peywendiyên aborî û bazirganî yên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê di qonaxa vejandinê de ne û kompaniyên Romanî cardin vedigerin Herêma Kurdistanê. Herwesa destxweşî li destkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê pêşvebirina jêrxaneyê û avakirina bajaran de kir.

Balyozê Romanyayê li Îraqê Radu Dobri îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, di hevpeyvîneka taybet de ligel Kurdistan24ê bal kişand ser asta peywendiyên welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê û Îraqê, derfetên veberhênanê, pirsa dana vîzeyê, xwendina bilind û rewşa ewlehî ya deverê.

Radu Dobri behsa xurtiya peywendiyên navbera her du aliyan jî kir û got: "Me peywendiyeka gelek baş ligel Herêma Kurdistanê û Îraqê heye. Em di hevkariya aborî û bazirganiyê de xwedan ezmûneka dewlemend in, ya ji wê giringtir jî peywendiya rasterast a navbera welatiyên me ye. Kêmaniyeka Kurd a berçav li Romanyayê dijî ku gelek baş ligel civakê guncaye, herwesa bi hezaran xwendekarên Kurd li welatê me bawername bi dest xistine."

Di derheqa amadebûna kerta taybet a welatê xwe de jî, Balyozê Romanyayê got: “Berê û di salên borî de hejmareka zêde ji kompaniyên me li Herêma Kurdistanê çalak bûn, lê ji ber cenga DAÎŞê aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê û paşê belavbûna pejîka Koronayê, hejmara wan kêm bû.”

Navbirî herwesa ragihand: “Niha peywendiyên me xurt bûne û hejmareka berçav ji kompaniyên Romanî vegeriyane Herêma Kurdistanê û Îraqê. Pispor û kompaniyên me ha ji bazara Îraqê heye û berdewam çavdêriya derfetên nû yên veberhênanê dikin û me agahdar dikin, daku zanyarên ewlehî û aborî bidin wan. Li beranberî wê yekê jî, bo me serbilindî ye ku yek ji mezintirîn veberhênanên navxwe yên Romanyayê Kurd e.”

Balyozê Romanyayê xwendina li welatê xwe wek derfeteke zêrîn bo ciwanên Kurd wesf kir û got: “Xwendina li Romanyayê hêsankariyeke zêde tê de heye û salane bi hezaran ciwan ji Îraqê û Herêma Kurdistanê ve diçin welatê me. Sedema vê yekê vedigere ser kalitiya bilind a xwendinê, kirêya guncayî ya her sal ya xwendinê li beranberî welatên dî û ew cihê stratejî ya Romanya heye.”

Amaje jî kir: “Em her sal gelek bernameyên skolerşîp bo qonaxên cuda radigihînin, daxwazê ji xwendekarên Kurdistanê dikim ku berdewam çavdêriya van derfetan bikin. Herwesa em ligel Hikûmeta Îraqê jî di danûstandinan de ne, bo gehiştina bi lihevkirineka bi merema pêşkêşkirina zêdetir skolêrşîpan.”

Di derheqa pirsa dana vîzeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê de, Radu Dobri ron kir: “Romanya endamê Yekîtiya Ewropayê ye û parek ji Peymana Şinginê ye, lewma proseya dana vîzeyê li cem me her bi wan şert û rêkarên fermî yên Şinginê bi rê ve diçe û pêdivî ye daxwazker wan pîveran bi cih bînin.”

Balyozê Romanyayê li Îraqê behsa vejîna Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Divê destxweşî û rêzeka zêde li berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kir, ji ber wan projeyên xizmetkarî û serkeftinên bi dest xistine. Li Kurdistanê jêrxaneyeka gelek baş û xurt hatiye avakirin û bajar bi awayekê berçav vejiye.”

Di pareka dî ya axaftinên xwe de, balyoz rastkirinek li ser erkê hêzên navdewletî pêşkêş kir û got: “Bila ez nêrîneka berbelav rast bikim; erkê hevkariya NATOyê li vê derê bo şerkirin û rûbirûbûna rasterast nebûye, belku yekîneyên NATOyê bo erkê şêwirmendiyê û perwerdekirinê li vê derê bûn. Niha eger pareka wan hêzan jî vekişiyabin, lê naveroka erkê wê şêwirmendiyê berdewar e.”

Radu Dobri nîgeraniya xwe di derheqa ceng û aloziyan de diyar kir û got: "Em hêvîdar in arîşeyên Rojhilata Navîn bi rêya aşitî û dîplomasiyê bên çareserkirin, ji ber ku van hevrikiyan encamên metirsîdar bo ser seraserî cîhanê heye. Cenga Ukraynayê jî bi eynî awayî, her du cengan zirareka giran gihandiye aboriya cîhanê û qeyrana koçberiyê kûrtir kiriye, lewma em dixwazin her du ceng bi zûtirîn dem bi dawî bên."