Ezîz Ehmed: Herêma Kurdistanê şiyanên berhemanîna 8 hezar mêgawatên elektrîkê hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku şiyanên berhemînana elektrîkê yên Îraqê 35 hezar mêgawat in, dikarin bi wê rêjeyê elektrîkê bikin 24 seetî lê nakin.
Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Emed îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, di çarçoveya tevlîbûna xwe di panêlekê de li “Dîdarê Mêrî”yê got: “Herêma Kurdistanê şiyanên berhemanîna heşt hezar mêgawatên elektrîkê hene, bi nîviya wê rêjeyê elektrîka 24 seetî dabîn dike, du hezar mêgawatan jî em hinardeyî Îraqê dikin.”
Cîgirê Rêveberê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: “Îraqê şiyanên berhemînana 35 hezar mêgawatên elektrîkê heye, dikarin bi wê rêjeyê elektrîkê bikin 24 seetî lê ew bi xwe nakin.”
Ezîz Ehmed tekez jî kir: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gelek caran pêşniyar bo Îraqê kiriye ku di dabînkirina elektrîka 24 seetî de alîkariya wan bikin, lê ew bi xwe naxwazin.”
Arêşeya elektrîkê û dabînkirina wê yek ji pirsgirêkên berdewam e li Herêma Kurdistanê û Îraqê. Bizav û projeyên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û zêdekirina berhemanîna elektrîka 24 seetî di warê baştirkirina jêrxaneya enerjiya herêmê û piştgirîkirina kerta giştî de pêngavên girîng in.