Baregayê Barzanî: Dîdara Mêrî 2026 ti peywendiyek bi me ve nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregayê Barzanî rexne li awayê birêveçûna "Dîdara Mêrî 2026"ê girt û ragihand: “Cihê mixabiniyê ye ku vê korbendê îsal nekariye bi rengekê hejî di vexwandina mêvanan û panêlên xwe de piralîtiya siyasî û tevlîbûna aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê li ber çav werbigire.

Baregayê Barzanî îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, daxuyaniyek li ser birêveçûna "Dîdara Mêrî 2026"ê li bajarê Hewlêrê belav kir û tê de rexne li awayê rêkxistina wê korbendê girt.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku cihê mixabiniyê ye ku vê korbendê îsal nekariye bi rengekê hejî di vexwandina mêvanan û rêkxistina panêlên xwe de piralîtiya siyasî û tevlîbûna aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê li ber çav werbigire.

Di wê daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku di dîdareka wisa giring de, pêdivî bû ku nûnertiya doza gelê Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê bi rengekê berfireh û bi tevlîbûna hemî aliyan reng vede.

Baregayê Barzanî di pareka dî ya wê daxuyaniyê de hişyariyek da û dibêje: “Ev rengê serederîkirinê nîgeraniya xelkê têkoşer û resen ê parçeyên din ên Kurdistanê aniye holê û dibe sedema zêdekirina veqetiyan û duberekiyê di navbera gelê Kurdistanê de.”

Baregayê Barzanî helwesta xwe ya dawiyê û yekalîker eşkere kir û ragihand: "Em hemî aliyan agahdar dikin ku “Dîdara Mêrî 2026”ê ti peywendiyek bi me ve nîne."