Mezlûm Ebdî: Derfeteke dîrokî bo Kurdan li Sûriyeyê hatiye pêş
Navenda Nûçeyan (K24) – Mezlûm Ebdî ragihand ku qonaxeka nû û derfeteka dîrokî bo gelên Sûriyeyê û Kurdan di wî welatî de hatiye pêş. Herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku amade ne pareka mezin a hêzên xwe û dezgehên birêveberiyê ligel dezgehên fermî yên Sûriyeyê têkel bikin, bi wî şertî ku mafên Kurdan di destûrê de bên garantîkirin.
Şêwirmendê Serokê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, di panêleka taybet de di çarçoveya “Dîdara Mêrî”yê de li Hewlêrê bal kişand ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, proseya têkelkirina hêzan, xwendina bi zimanê dayikê, rolê Herêma Kurdistanê û bandora proseya aşitiyê li Bakurê Kurdistanê.
Ebdî amaje bi wê yekê jî kir ku rewşa Sûriyeyê tevî hebûna astengan di qonaxeka gelek giring re derbaz dibe û got: “Derfeteka mezin li beranber gelên Sûriyeyê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî heye, daku rewş ber bi çareseriya erênî ve pêngavan biavêje. Di vê çarçoveyê de, pirsa têkelkirina dezgehên sivîl, îdarî û leşkerî ji karên pêşiyê ye.”
Navbirî di derheqa hevahengiya leşkerî de got: “Ji aliyê leşkerî ve pêngavên baş hatine avêtin û amadeyiyeke temam heye; me îradeya xwe nîşan daye û ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve jî eynî îradeyê tê dîtin ligel hebûna piştgiriya navdewletî, daku pareka zêde û serekî ji hêzên me di nav dezgehên fermî yên berevaniya Sûriyeyê de bên têkelkirin.”
Şêwirmendê Serokê Sûriyeyê tekez jî kir: “Nabe ku ev têkelbûn bi modêla navendî ya kevn a rejîma Beis û Esed be, belku pêdivî ye li ser bingeha nenavendîtî û hevparîya demokrasî be û taybetmendiya deverên Kobaniyê li ber çav bê wergirtin.”
Li ser xwendina bi zimanê Kurdî û proseya perwerdeyê, Mezlûm Ebdî ragihand: “Pêşketineka berçav peyda bûye û danûstandin berdewam in daku di sîstema perwerdeya giştî ya Sûriyeyê de mil bi milê zimanê Erebî, îtîraf bi zimanê Kurdî û bernameyên xwendinê bê kirin.”
Ebdî ron jî kir: "Pêşketina rastîn û tenahiya herdemî wê demê çê dibe ku mafên gelê Kurd û hemî pêkhateyên dî yên Sûriyeyê di çarçoveya destûrekî nû û herdemî de hatibin çespandin."
Navbirî di pareka dî ya axaftinên xwe de pesna piştgiriyên berdewam ên Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê kir û rolê serkirdetiya Herêma Kurdistanê di warê dîplomasî û çareserkirina pirsa Kurdan de bilind nirxand.
Şêwirmendê Serokê Sûriyeyê amaje bi wê yekê jî kir ku serkeftina proseya aşitiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê rengvedan û bandoreke rasterast û gelek erênî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û seranserî Sûriyeyê hebe û dê di kêmkirina aloziyan û berqerarkirina aşitiyê li seranserî deverê de jî arîkar be.