Hunermendeke Kurd piştî 7 salên zindanê vedigere qada hunerê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd a peykerçêker Dîlan Cûdî Sarûhan, ku heft salan di zindanê de ma ye, bi berhemên xwe yên ku ji porê girtiyên jin çê kirine, li gelek welatên cîhanê balê dikişîne û armanc dike ku pêşangeha xwe bişîne Herêma Kurdistanê jî.
Dîlan Cûdî Sarûhan, ku xwendina xwe ya bilind (Master) li pişka peykeran a Zanîngeha Marmarayê qedandiye, ev 15 sal in li ser çand û hunerê dixebite. Ew di sala 2017ê de, di dema xwendekariyê de, hatiye girtin û heft salan di zindanê de ma ye. Ev du sal in ku ew ji zindanê derketiye lê bi biryara qedexeya derketina derveyî welat re rûbirû ye.
Lê ev qedexe û rêgirî nebûne asteng li ber pêşketina karên wê yên hunerî. Dîlanê heta niha berhemên xwe şandine pêşangehên Marsîlya (Fransa), Viyana, Tehran û gelek bajar û welatên din, lê ew bi xwe ji ber qedexeya geştê nikaririye di wan pêşangehan de amade bibe.
Çîroka "Porê" û peykerên ku bîranînên zindanê diparêzin
Pêşangeha Dîlanê, ku balê dikişîne ser bîr û bawerî, azadî, mafên mirovan, pirsgirêkên jinan û doza Kurdbûnê, xwedan taybetmendiyeke pir kûr e. Yek ji berhemên herî balê dikişîne ew berhem in ên ku ji porê jinan hatine çêkirin.
Dîlanê di vî warî de got: "Ev por, şibandineka wê heye; jineke ku porê wê xuya dike ku hatiye kuştin. Gava ku ez di zindanê de bûm, min ji hevalên xwe yên jin porê wan xwest. Wan jî xwest ku ji bo vê çalakiyê porê xwe pêşkêş bikin." Ew dixwaze ku ev karûbar ji aliyê saziyên Kurdî ve bên arşîvkirin û parastin.
Pêşangeh digihêje Amed û bajarên Kurdistanê
Ev pêşangeha berfireh di 22ê Îlona îsal de hatiye vekirin û dê heta 21ê Mijdara îsal berdewam be. Piştî bidawîbûna vê qonaxê, plan heye ku pêşangeh biçe Îzmîrê û piştre jî biçe Amedê.
Dîlan Cûdî Sarûhan herwiha daxwaza xwe ya ji bo şandina berhemên xwe bo Herêma Kurdistanê jî anî ziman û got: "Helbet em dixwazin biçin cihên din jî, wekî Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û cihên din. Ger derfet hebe, çima na?"
Peykerçêkera Kurd Dîlan Cûdî Sarûhan ku li Stenbolê hatiye dinyayê û xelkê devera Dihê ya bajarê Sêrtê ye, tevî qedexeya derketina derveyî welat, bi berhemên xwe yên hunerî yên ku li ser bîr û bawerî, azadî û doza Kurdan tên amadekirin, di nav gelek pêşangehên navneteweyî de cih digire.