Nexweş ji başûr û naverastên Îraqê bo şûştina gurçikan serdana Herêma Kurdistanê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya pêşkêşkirina xizmetkariyên tenduristiyê de, niha 20 navendên şûşina gurçikan li bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê xizmetê ji nexweşan re dikin û her mehê nêzîkî 14 hezar prosêsên şûşina gurçikan tê de tên kirin. Hejmareka wan nexweşên ku li van navendan çareseriya tenduristî ji bo wan tê kirin, xelkê deverên başûr û naverastên Îraqê ye.
Fermangeha Medya û Zanyaran a Herêma Kurdistanê îro Pêncşem, 15ê Cotmeha 2026ê, belav kiriye ku li navendên şûşina gurçikan, heftane 2 heta 3 caran bê beranber gurçikên her nexweşek tên şûşin. Herwesa, xizmetkarî tenê prosêsa şûşinê venagirin, belku tevahiya pişkinînên rojane û mehane ligel dabînkirina dermanên pêdivî bê beranber ji nexweşan re tên pêşkêşkirin.
Fermangeha Medya û Zanyaran amaje da Navenda Şûşina Gurçikan li Hewlêrê, ku xwedana 36 amûrên pêşketî ye û bi şev û roj bê rawestan di xizmeta nexweşan de ye. Asta bilind a xizmetkariyan wesa kiriye ku nexweşên naverast û başûrên Îraqê jî bibin parek ji çarexwazan û berdewam bi merema wergirtina vê çareseriya bêberanber berê xwe bidin navendên Herêma Kurdistanê.
Fermangeha Medya û Zanyaran herwesa ragihandiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam ji bo baştirkirina xizmetkariyên tenduristiyê kar kiriye û vê yekê jî rengvedan li ser çareseriyên pizîşkî yên welatiyan hebûye.
Pêşkêşkirina xizmetkariyên tenduristî yên bêberanber û pêşketî di kerta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de, ne tenê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê, belku ji bo nexweşên ji parêzgehên din ên Îraqê jî bûye penageheke giring a çareseriyê.