Li Qamişloyê çalakiyeke hişyariya penceşêra singî hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo hişyariya nexweşiya penceşêra singî, Koma Bedewên Rojava li Qamişloyê çalakiyek li dar xist. Bi rêya zarokan, name bo dayikan hatin şandin. Ji ber zarok bi dayikên xwe ve girêdayî ne, divê dayik çavdêriya saxlemiya xwe bikin.

Yek ji endamên rêxistinê yên wê komê ji Kurdistan24ê re got: “Me ev çalakî ji bo zarokan çê kiriye, me xwest zarok nameyekê ji dayikên xwe re bişînin ku vê pişkinînê ji xwe re çê bikin û li saxlemiya xwe miqate bin. Wekî hûn dibînin, me dayik vexwandine û me zarok jî amade kirine. Tiştê ku em dixwazin bibêjin, em bi rêya zarokan digehînin dayikan.

Şîreta pizişkan ew e ku jin her çend mehan carekê serdana navendên saxlemiyê bikin, xasma jî heke guhertin di laşê wan de çê bibin. Yek ji wan jî dibêje: “Penceşêra singî mijareke gelek giring e, yanî nexweşiyeka gelek berbelav e. Lewma divê gelek li xwe hişyar bin û her gava guherîneka biçûk jî di laşê xwe de bibînin zû qesta nexweşxane û navendên saxlemiyê bikin û xwe piştrast bikin.”

Cootmeh meha hişyariyê ye, ku cîhan hemî mijûlî vê nexweşiyê dibe, xasma jî di demekê e ku her sal nêzîkî du melyon nîv jinan tûşî nexweşiya penceşêra singî dibin. Ji ber ku penceşêra singî nexweşiyeka navdar e û gelek belav dibe, xwesteka zarokan her ew ku dayikên wan li saxlemiya xwe miqate bin.