Li ser cadeya 120 metrî ya Hewlêrê 10 timbêlan li hev da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser cadeya 120 metrî ya Hewlêrê di rûdaneke hatin û çûnê de 10 timbêlan li hev da, di encamê de kesek birîndar bû û astengiya hatin û çûnê çê bû.
Peyamnêrê Kurdistan24ê Azer Farûq îro Yekşem, 18ê Cotmeha 2026ê, ragihand ku sibeha îro rûdaneke giran a trafîkê li ser cadeya 120 metrî ya Hewlêrê ber bi aliyê Kerkûk û Mexmûrê ve di navbera 10 timbêlan de rû daye.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li cihê wê rûdanê amaje bi wê yekê da ku qerebalixiyeke zêde li ser wê cadeyê çê bûye û polîsên trafîkê bi merema nehêlana astengiyê û rêkxistina rêya şofêran gihîştine cihê rûdanê.
Di derheqa zirarên canî de, peyamnêrê Kurdistan24ê ji şahidekî ew yek eşkere kir ku tenê kesek bi sivikî birîndar bûye û bo wergirtina çareseriyê bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.
Cadeya 120 metrî ya bilez a Hewlêrê yek ji rêyên serekî û tijî hatin û çûn ên paytexta Herêma Kurdistanê ye, ku çendîn dever û dergehên giring ên wekî rêyên Kerkûk, Mûsil, Dihok û Mexmûrê bi hev ve girê dide.
Lezkirina zêde û guhdarînekirina rêyên hatin û çûnê li ser cadeyên bilez ên Hewlêrê salane dibin sedema rûdanên mezin ên hatin û çûnê û çêbûna qerebalixiyeke zêde li ser rêyên serekî yên bajar.