Pereyê genimê cotkarên Silêmanî û Mexmûrê tê parvekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sayloya Silêmaniyê daxwaz ji hemî wan cotkaran kir ên ku genimê xwe yê sala 2025ê radestî wê kiriye ku serdana pişka jimêryariyê ya rêveberiya wê bikin, daku çekê mafên xwe yên darayî werbigirin.

Rêvebera Sayloya Silêmaniyê Nesrîn Ehmed îro Yekşem, 18ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku îro pereyê genimê sala 2025ê li ser 223 cotkaran tê belavkirin û bi vê yekê jî tevaya mafên darayî yên cotkaran bo sala 2025ê bi dawî dibe. Herwesa got ku hejmara wî pereyî 4 milyar û 602 milyon dînar e û girêdayî mafên darayî yên zêdetirî 157 hezar tonên genimî ye.

Nesrîn Ehmed tekez jî kir ku ew cotkarên ku genimê wan bi navê wan hatiye tomarkirin, divê ew bi xwe amade bibin an jî nûnerê wan bi wekaletnameyeka qanûnî û nûkirî serdana Sayloyê bike. Herwesa heke dema wê wekaletnameyê bi ser ve çûbe jî, divê berî wê serdanê bête nûkirin û kesê amadebûyî jî karta nîştimanî ligel xwe bibe.

Ji aliyekî din ve jî, Sayloya Mexmûrê cotkarên sînorê xwe hişyar kirin ku îro ew dikarin bo wergirtina çekê pereyê genimên xwe serdana wan bikin. Sayloyê ron jî kir ku ev qonaxa belavkirina pereyî tenê wan cotkaran vedigire yên ku xwediyên kartên hejmar 1 heta 20 in.

Dabînkirin û belavkirina mafên darayî yên cotkaran ji aliyê hikûmetê ve pêngaveke serekî ye bo piştgirîkirina kerta çandiniyê û xurtkirina aboriya navxweyî li Herêma Kurdistanê, daku cotkar bikarin amadekariyan bo werzê nû yê çandiniyê bikin.