Kerkûk: Li dibistaneke xwandina Erebî rê bi gotina waneya Kurdî nayê dan

Mamosta Îbtîsam
Mamosta Îbtîsam

Navenda Nûçeyan (K24) – Mamostayeke zimanê Kurdî li amadeyiyeke xwandina Erebî li parêzgeha Kerkûkê ragihand ku ji aliyê rêveberê dibistana wê ve berdewam rê li gotina waneya Kurdî tê girtin û navê waneyê ji xişteya rojane tê derxistin. Herwesa daxwaz ji Wezîrê Perwerdeyê dike ku bi lez çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.

Tevî ku waneya Kurdî wekî waneyeke neserekî li polên 10 û 11an li dibistanên Erebî yên Kerkûkê tê xwendin, Mamostayeke zimanê Kurdî eşkere dike ku ew ji aliyê rêveberê dibistana xwe ve rûbirûyî astengî û dijatiyên berdewam dibe.

Mamostaya zimanê Kurdî Îbtîsam li amadeyiya Irfanê li Kerkûkê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ji aliyê rêveberê dibistana min ve gelek dijatiya min tê kirin, tenê ji ber zimanê Kurdî. Rêveber dibêje bi ti awayî nabe zimanê Kurdî di vê dibistanê de bimîne."

Mamosta Îbtîsamê ron jî kir ku rêveberê dibistanê waneya Kurdî ji xişteya rojane derdixe û got: "Ez wekî dizan diçim nav polan û di waneyên werziş û hunerê de waneya Kurdî dibêjim, lê rêveber di nav polan de digere û di her polekê de min bibîne min derdixe derve."

Wê mamostayê amaje bi wê yekê jî da ku tevî ku hemî xwendekar Ereb in û ti xwendekarekê Kurd lê nîne, lê ew hez dikin fêrî zimanê Kurdî bibin. Eşkere jî kir ku berdewam fermana veguhastina wê tê derxistin, herwesa daxwaz ji Wezîrê Perwerdeyê û aliyên pewendîdar jî kir ku bi lez bên ser xetê û çareseriyekê ji vê mijarê re bibînin.