Dîndar Zêbarî: Hîn Hikûmeta Îraqê tawanên DAÎŞê bi fermî nesanadine

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyarî li ser berdewamiya nenasandina fermî ya tawanên DAÎŞê ji aliyê hikûmeta federalî ve da, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, û ragihand ku Herêma Kurdistanê ji ber vê rewşê rûbirûyî encamên ewlehiyê yên mezin bûye.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî îro Yekşem, 18ê Cotmeha 2026ê, di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku ji sala 2014ê ve ku deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ketibûn bin destê terorîstên DAÎŞê, wê rêxistinê gelek tawanên dijî mirovahiyê, komkujî û jenosdkirine, ligel koçberkirina bi hezaran malbatan û bazirganiya bi mirovan û madeyên hişber.

Zêbarî ron jî kir ku pêdivî bû Hikûmeta Îraqê dadgeheke taybetmend bo nasandina van tawanan û dadgehkirina serkirdeyên DAÎŞê damezrandiba. Wî amaje bi wê yekê jî da ku rewşa ewlehiyê ya wan deveran hêşta binecih e, ava nekirin û valahiya ewlehiyê heye, û metirsiya vegera çalakiyên DAÎŞê heye bi taybetî ligel vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî.

Di derheqa Şingalê de jî, Dîndar Zêbarî got: "Tevî hebûna peymanekê li bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, lê li ser erdê hêzên çekdar ên nenas kontrola deverê dikin. Ew dever bê guhartin maye, nehatiye avakirin û ne jî koçber vegeriyane malên xwe."

Navbirî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê qurbaniyeke mezin di rûbirûbûna DAÎŞê de daye û Pêşmergeyan berevanî kiriye, lê niha Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrîşên dronan dibe ku ji deverên li bin kontrola hikûmeta federalî ve têne kirin û zirarên canî û madî digehînin welatiyan. Zêbarî tekez jî kir ku ev berpirsiyarî hemî dikeve ser milên Hikûmeta Îraqê daku pêngavan bo parastina welatiyan û Herêma Kurdistanê biavêje.