Çavkaniyek: PKKê ji çiyayên Gare û Xwakurkî venekişiyaye

Du çekdarên PKKê di nav tunelekê de (Wêne: AFP)
Du çekdarên PKKê di nav tunelekê de (Wêne: AFP)

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyekê ji devera Amediyê ragihand ku çekdarên PKKê çend tunel li Çiyayê Metînî vala kirine û bo hêzên Tirkiyeyê hiştine, herwesa gotgotkên vekişîna wan ji çiyayên Gare û Xwakurkî dûrî rastiyê ne.

Çavkaniyekê ji deverê Amediyê îro Yekşem, 18ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji çend tunelên Çiyayê Metînî vekişiyane û cihên xwe bo hêzên Tirkiyeyê hiştine, daku serbazên Tirkiyeyê li cihê wan di nav wan tunelan de cîgir bibin.

Wê çavkaniyê di berdewamiya agahiyên xwe de amaje bi wê yekê jî da ku niha jî çekdarên PKKê li derdora Çiyayê Metînî mane û desteyên wan ên çekdar li deverê digerin.

Di derheqa belavbûna gotgotkên vekişîna PKKê ji çiyayên Gare û Xwakurkî de jî, wê çavkaniyê eşkere kir ku ev nûçe bi temamî dûrî rastiyê ye û çekdarên PKKê li her du çiyayên Gare û Xwakurkî mane û ti paşvekişînek nekiriye.

Deverên çiyayî yên deverên parêzgehên Dihok û Hewlêrê, bi taybetî çiyayên Metîn, Gare û Xwakurkî, di çend salên borî de qada serekî ya şer û pevçûnên berdewam ên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê bûn.

Hebûna çekdarên PKKê li nêzîkî gundan û topbarana berdewam a firoke û topxaneyên Tirkiyeyê bûye sedema valabûna bi sedan gundan, şewitîna rez û baxên welatiyan û şehîdbûna bi dehan kesên sivîl li devera Amediyê û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê.