1700 karmendên din zevî wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Hewlêrê bi rêya pişkavêtinê, zevî li ser 1700 karmendan li sînorê şaredariyên Giwêr û Sifeyeyê hatin dabeşkirin; Parêzgarê Hewlêrê jî radigihîne ku ji hefteya bê ve qonaxa dîjîtalkirina zeviyan dest pê dike.

Bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê Merîwan Hakim Hadî, îro 19î Cotmehê merasîma encamdana pişkavêtinê ji bo bexşîna parçezemînan bo karmendên sînorê serokatiya şaredariyên Giwêr û Sifeyeyê birêve çû.

Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê Merîwan Hakim Hadî di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, ew kêfxweş in îro qonaxeke din a dabeşkirina zeviyan li sinorê rêveberiya wan birêve diçe û di vê qonaxê de 1700 karmend dibin xwedî zevî.

Hadî herwiha aşkere kir ku ji hefteya bê ve pêvajoya dîjîtalkirin û pişknîna hûr a zeviyan dest pê dike; bi vî awayî her fermanberek dê bikaribe bi rêya telefona xwe ya destan bi hêsanî bişopîne ka zeviya wî ketiye kîjan navçeyê û di çi qonaxekê de ye.

Di heman merasîmê de, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw spasiya tîmên endezyarî û şaredariyê kir ku ji bo cîbicîkirina biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî şev û roj kar kirine.

Xoşnaw bal kişand ser girîngiya vê merasîmê û got: “Ev pêngav ji bo me cihê kêfxweşiyeke ducarî ye; ya yekem fermanber dibin xwedî maf û zeviyên xwe werdigirin, ya duyem jî ev parçezemîn dikevin sînorê deverên nakokliser ên Kurdistanî.”

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di 27ê Adara 2024an de bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara dabeşkirina parçezemînan li ser fermanber û mûçegirên hikûmetê dabû. Li gorî rênimayên wezaretê, her fermanberê ku berê ji zeviyên dewletê sûdmend nebûbe û xizmeta wî ji heşt salan kêmtir nebe, parçezemîneke niştecîhbûnê ya 200 metreyî werdigire.

Wezareta Şaredarî û Geştyariyê di qonaxên cuda de li seranserê bajar, navçe û bajarokên Herêma Kurdistanê bi hezaran parçezemîn bi rêya pişkavêtinê radestî karmendan kiriye û ev pêvajo berdewam e.