Fraksiyona PDKê daxwaza temamkirina rêkarên rûniştina yekem a parlamentoyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê bi helkefta derbasbûna du salan di ser hilbijartinên xula şeşemîn re daxuyaniyek belav kir. PDKê daxwaz kir ku parlamento demildest were çalakkirin, Desteya Serokatiyê were hilbijartin û ev pêvajo neyê girêdan bi nakokiyên siyasî ve.

Fraksiyona PDKê bi boneya salvegera duyemîn a hilbijartinên parlamentoyê ku di 20ê Cotmeha 2024an de hatibû lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî ku xelkê Herêma Kurdistanê bi beşdariyeke berfireh û bi berpirsyarî dengê xwe dabû, mixabin heta niha parlamentoya nû nehatiye çalakkirin û neketiye bin xizmeta sîstema hikûmraniyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew wekî fraksiyona PDKê her tim pabendî bingehên demokrasiyê û karkirina saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê ne û wiha hat gotin: "Em her gav amadeyî çalakkirina parlamentoyê û lidarxistina civînên wê bûn. Em piştevanê hemû gav û destpêşxeriyên di vî warî de ne. Ji ber vê yekê, em bang li hemû fraksiyonên rêzdar ên Parlamentoya Kurdistanê dikin ku her çi zû ye em bi hev re rabin ser vî erkê dîrokî û yasayî."

Fraksiyona PDKê herwiha daxwaz kir ku gavên temamkirina rûniştina yekem a parlamentoyê bên avêtin û serokatiya nû were hilbijartin: "Ji bo rêzgirtin û bersivdana daxwazên tevahiya çîn û toxên Herêma Kurdistanê yên ji bo lezkirina karê parlamentoyê, pêwîst e em rêkarên rûniştina yekem biqedînin û Desteya Serokatiya Parlamentoyê hilbijêrin, da ku parlamento bi fermî dest bi karê xwe bike."

Di dewama daxuyaniyê de hat tekezkirin ku parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên wê yên bilind erkê hemû endam û fraksiyonên parlamentoyê ye: "Çalakkirina parlamentoyê nabe bi ti berjewendî û nakokiyên siyasî û hizbî ve were girêdan; ji ber ku parlamento rewatî û şaneya mayînde ya qewareya Herêma Kurdistanê û nûnera dengê xelkê ye."

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hêvî xwast ku ev qonaxa dijwar bi hevdîtin û nerîneke hevbeş derbas bibe, maf û vîna xelkê Kurdistanê bê parastin û pêngaveke nû ji bo xurtkirina xebata yasadanîn û hikûmraniyê li herêmê bê avêtin.