Li Sûdanê di êrîşeke ser bazarekê de zêdetir jî 150 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Sûdana Başûr ragihandin ku artêşa Sûdanê bi rêya dronan bazarek li herêma nakokbar a Abyeyê bombebaran kiriye. Di encama vê êrîşa hovane de herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ev êrîş wekî yek ji xwînîtirîn rûdanên şerê navxweyî tê dîtin ku agirê wê sînorên Sûdanê derbas kiriye. Bi vê bombebarana dawî re, hejmara qurbaniyên êrîşên çend rojên borî derket ser zêdetirî 250 kuştiyan. Ev hejmar nîşan dide ku zêdebûna bikaranîna firoke û dronan di pevçûnên çekdarî de, rêjeya qurbaniyên mirovî bi rengekî metirsîdar zêde kiriye.
Şerê navxweyî yê li Sûdanê ji meha nîsana sala 2023an vir ve berdewam e; dema ku pevçûn di navbera artêşa vî welatî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de rû dan.
Piştî demekê, çarçoveya van pevçûnan berfireh bû û bi tevlîbûna komên çekdar ên herêmî û destwerdana aliyên derve, welat kete nav qeyraneke kûr û berfireh a mirovî ku heta niha bi dehhezaran qurbanî û bi milyonan aware li pey xwe hiştine.