Reuters: Tirkiye amadekariya şandina hêzên leşkerî bo Siûdiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye di çarçoveya "Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê" de dest bi amadekariyan kiriye, da ku hêzên xwe yên leşkerî bişîne Erebistana Siûdiyê.

Parlamenterekî ji partiya desthilatdar a Tirkiyeyê (AK Partî) îro 21ê Cotmeha 2026an, ji ajansa Reutersê re ragihand, Tirkiye amadekariyan dike ku li gorî Peymana Mekkeyê hêzên xwe yên leşkerî bişîne Erebistana Siûdiyê.

Li gorî gotina wî parlamenterî, projeyasaya qanûnê ya peymana parastinê ji bo pesendkirinê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatiye şandin û heke ji aliyê parlamentoyê ve were erêkirin, hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê dê ber bi Siûdiyê ve bi rê bikevin.

Ev pêşhat di demekê de ye, duhprojeyasa peymana navborî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû kirin. Peyman bi armanca bihêzkirina asayîşa Tirkiye, Pakistan û Siûdiyê bi rêya "parastin û rêgiriya hevbeş" hatiye amadekirin û ji bo nirxandinê serî de ji Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoyê re hatiye şandin.

Piştî gotûbêj û nirxandina li ser naveroka wê, biryar e ku projeyasaya qanûnê li Parlamentoya Tirkiyeyê deng li ser bê dan, da ku bi fermî bê pesendkirin.

Di 7ê Tebaxa 2026an de, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf û Şazadeyê Cînişîn ê Siûdiyê Mihemed bin Selman li bajarê Mekkeyê "Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê" îmze kiribûn.