Gelo Abdullah Ocalan derbasî avahiya li Îmraliyê bû?

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî agahiyên piştperdeyê yên li Enqereyê, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê derbasî avahiya ku ji bo wî hatibû amadekirin bûye û di çarçoveya "pêvajoya çekdanînê" de komîsyoneke nû dest bi xebatê kiriye.

Nivîskara Rojnameya Nefesê Nuray Babacan, îdiayên nû yên li pişt perdê yên derbarê pêvajoyê de bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Avahiya nû, komîsyona nû… Ji Îmraliyê nûçeyên guhertinê" derxist rojevê.

Li gorî îdiayên ku Babacanê ragihandine, piştî çareserkirina pirsgirêka "statuya" wî, Abdullah Ocalan derbasî avahiya ku li qada Midûriyeta Giştî ya Girtîgeh û Malên Çaksaziyê ji bo wî hatibû amadekirin bûye.

Di nivîsê de ku agahiyên xwe dispêre siyasetmedarên ku pêvajoyê dişopînin, Nuray Babacan diyar kir ku Abdullah Ocalan di çarçoveya pêvajoya çekdanîna PKKyê de, li ser amadekirina lîsteyan înîsiyatîf bi kar aniye.

Li gorî îdiayan, ji bilî Lijneya Koordînasyonê ya li jêr banê Serokomariya Tirkiyeyê û çar lijneyên pê ve girêdayî, mekanîzmayeke serbixwe ya nû bi navê "Komîsyona Çekdanînê" jî dest bi xebatan kiriye.

Hat diyarkirin ku di vê komîsyonê de ligel yekîneyên pêwendîdar ên dewletê, agahî û daneyên ji rêveberên PKKyê tên jî tên nirxandin û lîsteyên tasfiyeyê jî li wir tên amadekirin.

Nuray Babacanê di nivîsa xwe de bal kişand ser wê yekê ku pêwendiya navbera dewlet û Ocalan, ji pêwendiyên bi komên din ên di nav PKKyê de û siyasetmedarên DEM Partiyê re gelekî cuda ye û li ser asteke din birêve diçe.

Di dawiya nivîsê de hat destnîşankirin ku endamên PKKê yên li Ewropayê jî rijd in li ser wê yekê ku piştî temambûna pêvajoya hilweşandin û fesixkirinê, tevlî qada siyaseta çalak bibin.