Hin ji wan kitêbên îro pêşkêşî Serok Barzanî hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya destpêkirina Gera 18ê ya Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê ya Pirtûkan de, ku ji aliyê Serok Barzanî ve hatibû vekirin, wî serdana hin ji dezgeh û navendên çap û belavkirinê kir, di nav wan de jî Desteya Ensklopedyayê.

Berpirsê Desteya Ensklopedyayê Dr. Sîrwan îro Çarşem, 21ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand ku di destpêka geriyana xwe de, Serok Barzanî serdana navenda wan kiriye û wan jî wekî rêzgirtin pênc ji nûtirîn çapkirî û berhemên desteya xwe pêşkêşî wî kirine.

Dr. Sîrwan herwesa got: "Yek ji wan pirtûkên ku pêşkêşî Serok Barzanî hatine kirin pirtûka navdewletî ya “Kurd.. Şoreşeke Bêdeng” e, ku ji nivîsîna Profesor 'Jean Pradier' e. Ev nivîskar û hizirmend di dehsalên 1960an de ji nêzîk ve haydarî doza rewa ya gelê Kurd bûye, ligel hêza Pêşmergeyan di sengeran de jiyaye û pareka zêde ya wan rûdanên dîrokî yên ku di pirtûka xwe de tomar kirine ew bi xwe şahidê wan yê rastîn bûye."

Navbirî amaje bi wê yekê jî da ku Profesor Jean Pradier peywendiyeke dêrîn û nêzîk ligel Serok Barzanî heye û sala borî jî bo dema mehekê wekî mêvan li Zanîngeha Soranê mabû, ku tê de hejmareka semînar û çalakiyên akademîk li ser mêtodolojiya dîroknivîsînê pêşkêşî mamosta û pisporên dîrokê kiriye.

Hin ji wan pirtûkên ku îro pêşkêşî Serok Barzanî hatine kirin li jêrê ne: