Li Diyarbekirê Otela 5 stêrkî ya Sheratonê hat vekirin
Diyarbekir (K24) - Yek ji navdartirîn otelên cîhanê (Sheraton) li Diyarbekirê şaxeka xwe vekir. Di otela bi navê “Four Points by Sheraton”ê de 200 kes dê bibin xwedî kar, ku bo çêkirina wê otelê ji aliyê Kompaniya “Odabaşi”yê ve 1 milyar û 300 milyon lîreyên tirkî hatine xerckirin. Di rêûrisma vekirina wê otelê de, rayedarên dewletê û siyasetmedaran amaje kir ku otelên wisa nirxê markeya Diyarbekirê jî zêde dike ku dê feydeyeka girîng bide geştiyariya bajêr jî.
Li Diyarbekirê bi dawîlêhatina şer û pevçûnan û pêşketina pêvajoya çareseriyê ve girêdayî kompaniyên mezin ên navdewletî jî veberhênanên xwe tînin bajêr. Yek ji wan jî Sheraton e, ku yek ji navdartirîn otelên cîhanê ye.
Li Diyarbekirê bi tevlîbûna Wezîrê Çandinê yê Berê yê Tirkiyeyê Mehmet Mehdî Eker, Parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê Galîp Ensarîoglû û Suna Kepolû, Serokê AK Partiya Diyarbekirê Hamît Sumer, Parêzgarê Diyarbekir Murat Zorluoglû, Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya û rêveberên Kompaniya Odabaşiyê, rêûrismeka vekirinê hat li darxistin.
Di wê rêûrismê de, kesên tevlîbûyî da zanîn ku hatina kompaniyên wisa mezin ên navdewletî encama pêvajoya çareseriyê ye ku veberhênanên wisa hem nirxê navê Diyarbekirê bilind dikin hem jî feydeyî didin geştiyariyê. Bo Otela “Four Points by Sheraton”ê, 1 milyar û 300 milyon lîre hatine xerckirin û 200 kes jî dê bi vê veberhênanê bibin xwedî kar, ku ew otel ji 110 jûran pêk tê û 5 stêrk e.
Sheratton li ser asta navdewletî navdar e, navenda wê li Amerîkayê ye û li 70 welatan zêdetir ji 430 şaxên wê hene. Herwesa hat ragihandin ku di demeka nêz de li Diyarbekirê, Marrîott Înternatîonal Otel jî dê şaxa xwe vebike, ku ew jî 5 stêrk e û 150 jûrên wê hene.