Li cihekî şûnwarî yê Hewlêrê razên beriya 6 hezar salan aşkere dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Şûnwar û Kelepûra Hewlêrê ragihand, pêgeha şûnwarî ya "Girê Metrab" li Deşta Hewlêrê, yek ji girîngtirîn navendên dîrokî ye ku qonaxa niştecihbûnê ya ji 4 hezar sal beriya zayînê heta serdema Seleukî û Partiyan (Eşkaniyan) di nava xwe de dihewîne. Hat diyarkirin ku vedîtinên vî cihî, têgihiştina li ser rêxistina civakî û şaristaniya Bakurê Mezopotamya û Kurdistanê diguherin.
Rêveberê Şûnwar û Kelepûra Hewlêrê Nadir Babekir da zanîn, rûbera Girê Metrab nêzîkî 20 hektaran e û gelek delîlên dewlemend ên jiyana mirovahiyê tê de hene; ku ji dawiya serdema Ubeyd û Kalkolîtîkê dest pê dike heta serdema Seleukî û Partiyan didome.
Babekir destnîşan kir, girîngiya xebatên wan di wê yekê de ye ku jiyana rojane, pergala niştecihbûnê û çalakiya aborî ya bi dirêjahiya hezaran salan belge dikin; bi vî rengî li şûna ku tenê bal bikişînin ser padîşah û emperatoriyan, lêkolînê li ser wan civakan dikin ên ku bi kiryarî dîroka Kurdistana kevnar afirandine.
Di sê beşên cuda de vedîtinên girîng
Lêkolînên li vê herêmê di salên 2020-2021an de bi rûpîvaneke şûnwarî dest pê kir û piştre veguherî kolanên sîstematîk. Li gorî daxuyaniya Nadir Babekir, vedîtinên sereke bi vî rengî ne:
- Di beşa (B) de: Bajarokekî dawiya serdema Kalkolîtîkê (nêzîkî 4000 sal B.Z.) hatiye dîtin ku avahiyên rûniştinê, cihên depokirinê, kûreyên mezin, mohrên îdarî û gelek perçeyên şûnwarî dihewîne; ev jî asta hilberîna xurekê û pîşesaziya destan nîşan didin.
- Di beşa (A) de: Qadeke mezin a niştecihbûnê ya serdema Helenîstîk (sedsala 3-4an a B.Z.) bi rûbera nêzîkî 250 m² hatiye vedîtin ku jûrek, hewş, firin û şopên hilberîna qumaşê tê de hene.
- Di beşa (C) de: Avahiyeke berfireh û komelgeheke mîmarî ya serdema Seleukiyan hatiye derxistin ku bingehên wê ji kerpîçên pijandî hatine çêkirin û tê texmînkirin ku avahiyeke giştî yan sazûmanî ya girîng be.
Bikaranîna teknolojiyên pêşketî û parastina berheman
Derbarê zehmetiyên li pêşberî karê wan de, Babekir anî ziman ku germahiya zêde ya havînê û hestiyariya avahiyên ji kerpîçên herî astengiyên sereke ne, lê bi rêya belgekirina dîjîtal û teknîkên nû ew van pêkhateyan ji bo nifşên paşerojê diparêzin.
Herwiha hat aşkerekirin ku di sê salên pêş de ji bo destnîşankirina kolan û avahiyên binê erdê bêyî xerakirina wan, dê teknolojiyên wekî radara binê erdê (GPR), manyetîk, nexşesaziya bi dronan û analîzên jîngehî bên bikaranîn.
Li ser çarenivîsa şûnwarên hatine dîtin jî Nadir Babekir tekez kir ku ti perçe yan alavên saxlem dernakevin derveyî welat û got: "Hemû berhem bi hevkariya tîma şûnwarî ya Hewlêrê tên tomarkirin û li Muzexaneya Hewlêrê tên parastin. Ji bo vê armancê depoyeke pêşketî li hundirê muzexaneyê hatiye avakirin û tenê hin nimûneyên wekî hestî û xelûzê ji bo pişknîna zanistî ji taqîgehên navdewletî re tên şandin."
Babekir tekez kir, Girê Metrab vê rastiyê nîşan dide ku Kurdistan di dîroka kevnar a Mezopotamyayê de ne tenê li ser xeteke marjînal/derdorê bûye, lê belê navendeke zindî ya afirînerî û şaristaniyê bûye ku Geliyê Dîcleyê û Çiyayên Zagrosê gihandiye hev.
Peymana bi Zanîngeha Bryn Mawr re hat nûkirin
Li aliyê din, Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûra Herêma Kurdistanê ragihand, maweyê xebata kolanê ya li vê pêgehê bi fermî ji bo Zanîngeha Bryn Mawr a Amerîkî hatiye nûkirin. Biryar ji aliyê Endezyar Aware Kiwêxa Elî, Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Kelepûrê ve hat îmzekirin.
Nûkirina peymanê li gorî Qanûna Şûnwar û Kelepûrê ya Herêma Kurdistanê (hejmar 5, sala 2021) hatiye kirin. Li gorî biryarê, tîma vê zanîngeha Amerîkî dê ji sala 2027an heta 2029an li ser lêkolîn û kolanên xwe yên şûnwarî li Deşta Hewlêrê berdewam be.