Ji bo parastina mafên wan: Sîstema elektronîkî ya giliyên karkeran hat çalakkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Kar û Desteberiya Civakî ji bo tomarkirina gazind û giliyên karkeran, sîstemeke nû ya elektronîkî da destpêkirin. Armanca sereke ya vê gavê ew e ku rêyeke fermî, hêsan û parastî ji bo gihandina dengê karkeran û parastina mafên wan ên yasayî were dabînkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiyê, ev platforma fermî bi awayekî hatiye duristkirin ku karker karibin bi awayekî birêkûpêk doz û giliyên xwe tomar bikin û rasterast şopandina pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên xwe bikin.

Armancên sereke yên sîstemê:

- Dabînkirina rêyeke zelal ji bo tomarkirina giliyan, bilindkirina asta şefafiyetê û misogerkirina mafên karkeran.

- Bilezkirina pêvajoya lêkolîn û çareserkirina arîşeyên kedkaran li cihê kar.

- Parastina tam a nihênî û nasnameya wan kesên ku serlêdan û giliyan tomar dikin.

Taybetmendî û çawaniya karê platformê

Sîstema nû ya giliyan xwedî çendîn taybetmendiyên nûjen e; serlêdan bi rêya formeke standard a elektronîkî tê kirin û giliyên hatî tomarkirin li gorî babetan tên polênkirin, wekî: (mûçe, demjimêrên kar, jîngeha kar û helwest/serederiya li hemberî kedkaran).

Herwiha ji bo her serlêdanekê hejmareke taybet a şopandinê tê dayîn û karker di tevahiya qonaxên çareserkirinê de – heta dema daxistin û arşîvkirina dosyayê – bi rêya sîstemê tê agahdarkirin.

Rêveberiya Giştî ya Kar û Desteberiya Civakî tekez dike ku karkirina bi vê platformê, pêngaveke girîng e ber bi avakirina jîngeheke dadperwerane û yasayî ya kar, herwiha alîkar e di çareserkirina nakokiyan de berî ku mezin bibin.

Kedkar û karkerên ku bixwazin giliyên xwe tomar bikin, dikarin serdana vê lînka fermî bikin:

Skala.gkrd.krd