Dihok: Kesekî ji ber teqîna mînekê lingekî xwe winda kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê mîneke çandî bi mêrekî 50 salî ve teqiya û Berdevkê Rêveberiya Karûbarên Mînan li Parêzgeha Dihokê amaje bi wê yekê dike ku ew birîndar di bin çavdêriya giran a bijîşkî de ye û çareserî jê re tê kirin.
Berdevkê Rêveberiya Karûbarên Mînan li Parêzgeha Dihokê Rêgir Bêsivkî îro Pêncşem, 22ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku berî çend deqîqeyan, li gundê Siyarê yê devera nahyeya Çemanikê mîneke çandî bi kesekî ve teqiya û bû sedema windakirina lingekî wî.
Berdevkê Rêveberiya Karûbarên Mînan amaje bi wê yekê da ku ew kesê mîn pê ve teqiyayî kesekî 50 salî ye û her xelkê wê nahyeyê ye û bi merema serdana xizm û nasên xwe serdana wî gundî kiribû.
Navbirî behsa wê yekê jî kir ku piştî wê rûdanê, ew birîndar yekser bo Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Dihokê hatiye birêkirin û niha di bin çavdêriya giran a bijîşkî de ye û çareseriya pêdivî jê re tê kirin.
Mîn û paşmayîyên cengî yên li deverên sînorî û gundên Herêma Kurdistanê metirsiyeke berdewam li ser jiyana gundî û welatiyan çê dikin, ku her sal dibine sedema birîndarbûn û şehîdbûna çend kesan.