Konfederasyona Revenda Kurdistanî banga hişyariyê li diyasporayê kir: Pabendî serweriya qanûnê bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Revenda Kurdistanî daxwaz ji tevahiya Kurdistaniyên diyasporayê kir ku li hember alozî û girjiyên vê dawiyê yên li hin welatên Ewropayê bi hişmendî û berpirsiyariyeke mezin tevbigerin û bi temamî pabendî destûr û serweriya qanûnên welatên mêvandar bin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî duh 23ê Cotmeha 2026an, di daxuyaniyekê de ku arasteyî Kurdistaniyên li derveyî welat kir, bang li wan kir ku xwe ji her cure pevçûn, tevlihevî û bêaramiyan dûr bixin û bi hişyariyeke bilind serederiyê bi rûdanan re bikin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hat ku gelê Kurdistanê di dîrokê de, qonaxên giran ên tijî êş, derbiderî û awarebûnê derbas kirine û hat gotin: "Di wan rojên dijwar de welatên Ewropa, Amerîka, Kanada, Awistralya û seranserê cîhanê hembêza xwe ya mirovdostane ji bo gelê me vekir û bûn penageheke aram da ku em di bin siya qanûn û demokrasiyê de jiyaneke serbilind ava bikin."

Herwiha hat diyarkirin ku revenda Kurdistanî her tim bi wefadariyê li wan dergehan dinêre ku di tengasiyan de li ber gelê Kurdistanê hatine vekirin.

Derbarê pêşhat û pirsgirêkên dawî yên li hin welatên Ewropayê de, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Em daxwaz ji hemû hevnîştimaniyên xwe yên li diyasporayê dikin ku bi hişyariya herî mezin tevbigerin; di serî de pabendî destûr, qanûn û rêzikên wan welatan bin û bi ti awayî tevlî pêlên alozî û tevliheviyên heyî nebin."

Konfederasyona Revenda Kurdistanî tekez kir ku helwesta Kurdistaniyan her tim parastina aştî, aramî û şaristaniyê bûye û wiha bi dawî kir: "Awayê herî baş ê nîşandana spasdariyê bo welatên mêvandar ew e ku Kurdistanî bibin beşek ji parastina ewlehî û serweriya qanûnên wan welatan, ne ku bibin parçeyek ji aloziyan."