Mesrûr Barzanî bi berpirsên îdarî yên Dihok û Zaxoyê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dihokê, îro 24ê Cotmeha 2026an ligel berpirsên îdarî yên parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa xizmetguzariyên giştî li devera Badînanê bi hûrgilî hat gotûbêjkirin û bal hat kişandin ser pêwîstiya baştirkirina xizmetguzariyan û zêdetir xizmetkirina welatiyên wê deverê.
Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî berpirsên herêmê raspard ku di asta berpirsiyariyên xwe de bin û bi her awayî ji bo xizmetkirina niştecihên deverê hemû hewlên xwe bixin tevgerê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan û cîbicîkirina projeyên avadankirinê de, li seranserî parêzgeh û hemû herêmên Kurdistanê dê bê rawestan berdewam be.