Hêmin Hewramî: Xirabtirîn reşnivîsa budceyê di dîroka Iraqê de hatiye amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di çarçoveya beşdarbûna xwe ya di "Çaremîn Dîdara Gulexaneyê" de analîzeke hûr li ser rewşa cîhanê, Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Di heman demê de rexneyên tund li reşnivîsa budceya Iraqê girt û ew wekî sizadana gelê Kurdistanê bi nav kir.

Parçebûn û dabeşbûna hêzê li cîhanê

Di destpêka axaftina xwe de derbarê guhertinên cîhanî de, Hêmin Hewramî da zanîn ku cîhan di qonaxeke veguhêz a tam re derbas dibe û serdema yekcemserî ya piştî Şerê Sar bidawî bûye. Herwiha amaje bi wê yekê kir ku hîn ne diyar e cîhan ber bi pircemseriyê ve diçe yan na, lê belê cemser êdî tenê bi hêza leşkerî nayên pîvan.

Hewramî herwiha got: "Niha cemserên aborî û teknolojîk hene. Bo nimûne, Taywan ne welatekî serbixwe ye, lê di berhemanîna mîkroçîpan de beşekî mezin ê teknolojiya navdewletî li ser wê disekine û ew wekî yek ji zilhêz û cemserên mezin ên cîhanê tê hejmartin."

Herwiha destnîşan kir ku di dema niha de hêz belav bûye û tenê di destê Amerîka, Ewropa yan Çînê de kom nebûye; berevajî vê, Rojava ber bi lawazbûnê ve diçe û Rojhilat jî ji nû ve ser hildide.

Serdema bêaştiyê û 61 şerên germ 

Di beşeke din a axaftina xwe de, endamê Polîtburoya PDKê bal kişand ser nearamî û bêîstîqrariya cîhanê û got: "Cîhan di qonaxeke bêaştî û nearamiyê re derbas dibe. Di dema niha de li ser asta cîhanê 61 şer di navbera dewletan de hene; di ti serdemekê de evqas şerên germ çênebûne."

Herwiha hişyarî da ku saziyên navdewletî lawaz bûne û hevrikiya zilhêzan ji nû ve vegeriyaye; di heman demê de şoreşa teknolojiyê û zîrekiya destkird bi awayekî bilez hevkêşeyên siyasî û ewlehiyê diguherin.

Derbarê Rojhilata Navîn de jî, Hewramî da zanîn ku navçe di qeyraneke rewatî û nasnameyê re derbas dibe û pirsa serwerî û rewatiya desthilatdaran bi giştî ketiye bin pirsyarê.

Metirsiya hemwarkirina destûrê û pirsa Madeya 140î

Derbarê rewşa navxweyî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de, Hêmin Hewramî tekezî li ser avakirina têgihiştineke hevbeş di navbera hemû hêzên siyasî de kir ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Hewramî ragihand: "Ew hewldanên ku niha ji bo hemwarkirina destûra Iraqê hene, dixwazin federalîzma Herêma Kurdistanê bikin armanc; lewma divê parastina qewareya Herêma Kurdistanê pêşîniya hemû hêzên siyasî be."

Herwiha aşkere kir ku li Iraqê hin berpirsên payebilind hene ku dan bi Madeya 140î ya destûrê nanên û bawer dikin ku ew bi dawî bûye û nayê zanîn dê çawa were cîbicîkirin.

Xirabtirîn reşnivîsa budceyê ji bo sizadana Kurdistanê

Di tewereke girîng a dîdarê de, Hêmin Hewramî li ser pirsa budceyê, rexneyên tund li Bexdayê girtin û got: "Li gorî agahiyên herî dawî yên şanda danûstandkar, xirabtirîn reşnivîsa budceyê di dîroka dariştina budceyên Iraqê de, ew reşnivîs ye ku ji bo îsal hatiye amadekirin."

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku gotûbêjên teknîkî rawestiyane û di civîna dawî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, hemû alî hevnerîn bûn ku ew bi rêya guftûgoyên teknîkî nagihin encamekê; ji ber ku ev reşnivîsa hatiye danîn tenê armanca sizadana Herêma Kurdistanê dişopîne. Ji ber vê yekê, wî banga damezrandina hevalbendiyeke Kurdistanî li parlamenterên Kurd ên li Bexdayê kir, da ku rê li ber derbaskirin û pesendkirina vê budceyê bigirin.

Hilbijartin û dûrxistina Herêmê ji hevrikiyên herêmî

Di dawiya axaftina xwe de, Hêmin Hewramî behsa giringiya rêzgirtina li encamên hilbijartina 20ê Cotmeha 2024an kir ji bo parastina rewatiya saziyan û got: "Pêwîst e kar li gorî encamên hilbijartinê were kirin û saziyên destûrî ji nû ve werin avakirin; çimkî avanekirina wan, dê gef û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bike."