Serok Barzanî û Balyozê Fîlîpînê metirsiyên terorê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Cotmeha 2026an pêşwazî li Balyozê Fîlîpînê yê li Iraqê Charlie Pacana Manangan kir, ku wekî nûnerê Rêxistina Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) serdana Herêma Kurdistanê kiribû.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Balyozê Fîlîpînê kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina Serok Barzanî anî ziman û pêzanîna xwe ji bo xebat, berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Balyozê Fîlîpînê kurteyek li ser dîroka Rêxistina Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN), siyaseta rêxistinê ya di peywendiyên navdewletî de û şiyanên wê yên mezin ên aborî pêşkêşî Serok Barzanî kir. Herwiha xwastek û amadebûna ASEANê ji bo pêşxistina pêwendiyan û avakirina nasînekê ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê ragihand.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Balyozê Fîlîpînê kir û bi rêzdarî behsa ked, xebat û tekoşîna welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê kir ku di rêya gihîştina bi azadiyê, vejandina aborî û geşepêdanê de bidest xistine.
Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan li ser metirsiya gefên terorê li ser aramiya herêmê û asayîşa cîhanî bîr û nêrînên xwe parve kirin.