Netanyahu negihîşt piraniyê û Ereb dibin kilîta avakirina hikûmetê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî encamên herî dawî yên ku piştî hejmartina nêzîkî ji sedî 90ê dengan hatine belavkirin, ne baskê Serokwezîr Binyamîn Netanyahu û ne jî rikaberên wî, nikarin hejmara pêwîst a kursiyên parlamentoyê (Knesset) bi dest bixin, da ku bi serê xwe hikûmetê ava bikin.

Rojnameya Îsraîlî ya Yedioth Ahronoth ragihand, piştî hejmartina ji sedî 89.8ê dengan – ku zêdetirî 5 milyon dengan dike – partî û hevalbendên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu 53 kursî bi dest xistine. Li aliyê din, Serokerkanê berê yê artêşa Îsraîlê û rikaberê wî Gadî Ayzenkot gihiştiye 48 kursiyan.

Ev hejmar ji bo avakirina hikûmetê têrê nakin; ji ber ku di Knesseta ku ji 120 kursiyan pêk tê de, ji bo pêkanîna kabîneyê herî kêm 61 kursî pêwîst in.

Partiyên erebî 19 kursî qezenc kirin

Li gorî heman çavkaniyê, partiyên bi serkêşiya ereban serkeftineke berbiçav bidest xistine û 19 kursî misoger kirine. Ev rewş nîşan dide ku Îsraîl rûbirûyî qonaxeke nû ya nezelaliya siyasî dibe ku dibe çend hefteyan dewam bike. Herwiha ev encam kontrola Netanyahu ya li ser desthilatê dixe jêr pirsiyareke mezin û deriyê wê egerê vedike ku beşek ji partiyên cihû û erebî bibin yek, da ku Netanyahu ji ser desthilatê dûr bixin.

Tevî ku tê çaverêkirin encamên dawî îro pêncşemê bên aşkerekirin jî, nayê pêşbînîkirin ku serketiyekî zelal ji sindoqan derkeve. Hêj nayê zanîn ka rikaberên hikûmeta rastgir a Netanyahu dê bi partiyên ereban re bikevin hevalbendiyê yan na.

Ji aliyê xwe ve, Binyamîn Netanyahu duh çarşemê hişyariyek da û ragihand ku avakirina hikûmeteke ku xwe bispêre partiyên ereban dê bibe "hikûmeteke metirsîdar".

Welatiyên ereb nêzîkî ji sedî 20ê nifûsa giştî ya Îsraîlê pêk tînin.