Li Qersê hirçan ji bo dîtina xwarinê berê xwe dan nava taxan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Sarîqamîşê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, hirçên kovî yên qehweyî ji bo dîtina xwarinê dadikevin nava taxên nêzîkî daristanê. Vê yekê metirsî û nîgeraniyeke mezin di nava xelkê herêmê de çêkiriye.

Li gorî dîmen û agahiyên ji herêmê hatine belavkirin, bi nêzîkbûna dema xewa zivistanê re, daketina hirçan bo nava deverên niştecihbûnê bi awayekî berbiçav zêde bûye. Hirç ji ber birçîbûnê xwe nêzîkî malan dikin, da ku beriya xewa zivistanê zikê xwe têr bikin.

Hat ragihandin ku bi taybetî li taxa "Înonu" ya ku dikeve quntara daristanên herêmê, komeke hirç bi şevan dadikevin nava kuçe û kolanan. Hirç bermayiyên xwarinê û konteynirên zibil serûbin dikin û li xwarinê digerin.

Ev tevgera hirçan bûye sedema xetereyeke rasterast bo ser jiyana akincihên herêmê. Welatiyên taxê diyar dikin ku ji ber tirsa rûbirûbûna bi hirçan re, ew êdî bi şevan nikarin bi hêsanî ji malên xwe derkevin derve. Her wiha welatî tînin ziman ku heta niha çend caran ew ji ber nêzîkbûna hirçan rûbirûyî metirsiya canî bûne û banga çareseriyê li aliyên peywendîdar dikin.