Li Şeqławayê bi fermana Mesrûr Barzanî projeyeke stratejî ya rêyan tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi gojimê 9 mîlyar dînaran, projeya nûkirin û dualîkirina rêyên sereke yên navenda qezaya Şeqławayê dest pê dike.

Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku li ser rasparde û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî li ser destpêkirina projeya çarekirina tevaya rêya Girê Zeytûneyê û dualîkirina şeqamê ser meydanê li navenda qezaya Şeqławayê hat dan.

Li gorî ragihandineke Parêzgeha Hewlêrê, ew projeya xizmetkarî ya stratejî di pêşxistina kerta rêyan de li navenda qezaya Şeqławayê, bi merema kêmkirina qerebalixiya cadeyan û hatin û çûna welatî û geştyaran, bi gojimê 9 mîlyar dînaran tê bicihanîn.

Herwisa tekez li ser temamkirina wê projeyê di dema xwe ya diyarikirî de jî hatiye kirin, biryar e di paşerojeka nêzîk de û bi awayekê endazyarî yê pêşketî û bi nûtirîn teknîka serdem bê bicihanîn, bi armanca peydakirina bilindtirîn kalitî û rêgirtina li dubare têkçûna wê rêyê li paşerojê.

Ev pêngava di çarçoveya bizavên berdewam ên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê, ji bo gehandina projeyên xizmetkarî ji bo seranserî bajar û bajarkan û baştirkirina jêrxaneya rê û rêbaran, pêxemetî zêdetir xizmetkirina welatî û geştyaran.

Qezaya Şeqławayê yek ji navendên herî girîng ên geştyariyê yên parêzgeha Hewlêrê ye û firehkirin û nûkirina torên rêyan roleke rasterast di hêsankirina hatin û çûna geştyaran û pêşkeftina kerta aborî û geştyarî ya deverê de dilîze.