Dezgeha Kurdistan24 di salvegera damezrandina xwe de sozên nû dide bînerên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Beriya yazdeh salan, Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê, di qonaxeke dîrokî û çarenivîssaz de ket nava qada rojnamevaniya kurdî. Wê serdemê ku gelê Kurdistanê û hêza Pêşmerge di şerekî dijwar ê man û nemanê de li hember tarîperestên DAIŞê rûbirû mabûn, Kurdistan24 pêşmergeyane çû çeperê bergiriyê û bû mertalê parastina ax, mirov, samanê neteweyî û xwezaya Kurdistanê. Her ji kêliya yekem ve, vê dezgehê giranî û berpirsiyariya niştimanî hilbijart, ne hevrikiya erzan a komkirina 'like' û dîtinên demkî.
Îro di 11emîn salvegera destpêkirina weşana Kurdistan24ê de, em karnameya dezgehekê dixin ber behsê ku li ser bingeha lêkolîna zanistî û ragihandina pîşeyî hatiye damezrandin; medyayek ku bûye zimanê niştimanîbûnê, rêbaza Kurdistanîbûnê, çanda pêkvejiyanê, hizra dewletsaziyê û daxwazkar û parêzvaneke sersext a qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Kurdistan24ê kariye bi kurdiyeke xwerû û rewan, hevdem bi rêya pênc zimanên zindî yên cîhanê, bibe dengê rewa yê gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên wê yên neteweyî û olî ve, çi li navxwe û çi jî li dîyasporayê; her wiha karî bibe pireke pêbawer a di navbera Kurdistan û cîhanê de.
Ev bîranîn berî her tiştî, rawestgeheke dilsoziyê û bejntewandineke bi rêz e bo wî karwanê dilsoz ê ku kevirê bingehîn ê vê dezgehê danî û ji bo pêşkêşkirina rastiyan û pêşxistina peyama medyayê de ked da. Di heman demê de pesin û pêzanînek e ji bo tevahiya karmendan û nifşê nû yê rojnamevanên ciwan ên dezgeha me, ku îro bi heman bîrûbaweriya niştimanî û bi heman coş û xîretê vê peyamê didomînin û giranî û pêgeha Kurdistan24ê diparêzin.
Kurdistan24 ezmûna xwe ya yanzdeh salan, wek rawestgeha dawî ya armancên xwe nabîne, belkî dike bingeheke bihêz ji bo avakirina qonaxeke pêşketîtir. Di serdemekê de ku pîşesaziya medyayê û awayê gihîştina bi agahiyan, guherîneke kûr bi ser de hatiye û welatî bi xwe bûye parçeyek ji proseya berhemanîna medyayê, dezgeha me pêşengane hevrê digel nûbûnan gavan diavêje, bêyî ku tawîzê li ser nirxên neguher ên niştimanî û pîvanên exlaqî bide.
Ji rewangeha Kurdistan24ê ve, erkê medyayê tenê romalkirina bûyeran nîne, belkî parastina tevna civakî û aramiya derûnî ya civakê ye jî. Ji vê rewangehê ve, di destpêka saleke nû ya kar de, em careke din pêdagiriyê li ser van prensîpên xwe yên çespandî dikin:
- Pêşxistina rastiyê li ser lezê: Em qet durustiya nûçeyê nakin qurbana pêşbaziya lezê; çend xulek derengmayîn ji bo piştrastbûna ji çavkaniyan, ji belavkirina agahiyên nerast û nepisendkirî, pîroztir dibînin.
- Parastina rûmeta mirov û nehêniya malbatê: Em jiyana taybet a welatiyan û arîşeyên civakî nakin kelûpela bazirganiyê û lîstika bi hestan ; lewma li pişt her nûçeyekê mirovek, malbatek û rûmetek heye ku parastina wan di pêşîneya karên me de ye.
- Bexşîna hêviyê û redkirina tundûtûjiyê: Ekran û platformên me nabin meydana nîşandana mirin, xeniqîn, kuştin û reşbîniyê. Em tirs û dilgiraniyê naxin nava malan; li cem me nûçe tenê ji aliyên tarî pêk nayê, belkî avedanî, têkoşîn û hêviya xelkê Kurdistanê hêjayî derxistin û nîşandanê ne.
- Beşdarî di aramî û hişyariya giştî de: Em tenê nabin weşanger û veguhêzên astengî û aloziyan, belkî em dibin sekoyek ji bo pêşkêşkirina çareserî û derfetan li hember pirsgirêkên civakî û aborî; hevrê digel piştevanîkirina serweriya qanûnê, mafên mirovan û kûrtirkirina çanda pêkvejiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyan.
- Parastina pêbaweriyê di serdema zîrekiya destkird de (AI): Di demekê de ku em teknolojiyên herî nû û zîrekiya destkird dixin xizmeta pêşxistina xebata medyayê, di heman demê de em roleke hişyarker û çavdêrî dilîzin ji bo parastina tak û civakê ji metirsiyên bi şaşî bikaranîna vê teknolojiyê di çêkirina deng, wêne û vîdyoyên sexte û xapandina raya giştî de.
Di destpêka diwazdehemîn sala temenê karê me de, Dezgeha Kurdistan24ê veberhênaneke zêdetir di sermayeya mirovî, şiyanên rojnamevanên ciwan, pêşxistina platformên dîjîtal û bilindkirina pîvanên pîşeyî de dike. Bi piştbestina bi baweriya bîner, bîser û xwînerên me ku sermayeya me ya rastîn in, em peymana xwe nû dikin ku Kurdistan24 dê her tim wek dezgeheke sengîn, rastgo, niştimanperwer û pêşeng, di xizmeta gelê Kurdistanê de li navxwe û li seranserê cîhanê bimîne.