Li Kifrî kesekê nenas bi navê DAIŞê gef li nivêjkeran kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarkê Kifriyê yê girêdayî Îdaraya Serbixwe ya Germiyanê, kesek bi rûyê nixaftî çûye nava du mizgeftan û di dema gotara înê de bi navê DAIŞê gef li nivêjkeran kirine, û paşê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Îdaraya Serbixwe ya Germiyanê Herîm Caf ragihand ku îro În, 30ê Cotmeha 2026ê di dema nivêja nîvro û gotara Înê de, kesekî nenas ku rûyê xwe nixaftî çûye nav du mizgeftên bajarkê Kifriyê û bi lez nameyên gefkirinê bi navê rêxistina terorîstî ya DAIŞê dane destê du melayan.
Li gorî zaniyaran, gefên terorîstî di naveroka wan nameyan de bûn û bi wê sedemê tirs û dilgiraniyeka mezin di nava nivêjkerên her du mizgeftan de belav bûye.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje bi wê yekê jî kir ku yekser piştî wê bûyerê, hêzên ewlehiyê yên deverê ketine amadebaşiyê, lêkolîn û şopandina lezgîn dest pê kiriye û karîye di demeka kurt de wî tometbarî li yek ji xalên kontrolê destnîşan bikin û bigirin.
Her li gorî wan zaniyarên ku bi dest Kurdistan24ê ketine, di dema girtina wî tometbarî de, dest bi ser demançeyekê û hejmareka fîşekan de hatiye girtin ku bi wî re bûn û niha jî lêkolîn ligel wî berdewam e, bo zanîna zêdetir palder û hûrgiliyên wê bûyerê.