Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê: Em girîngiyeke mezin didin weşana Kurdistan24ê
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu di salvegera destpêkirina weşana Kurdistan24ê de, pêgeha vê dezgehê bilind nirxand û tekez kir ku kanal xwedî cemawer û bînerên berfireh e li navxwe û derveyî Iraqê.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu îro 31ê Cotmeha 2026an, bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêveberî, karmend û şopînerên vê dezgehê kir. Topçu da zanîn ku wek dîplomatekî bi hûrbînî çavdêriya weşana kanalan dike û cihê pêzanîneke kûr e ku Kurdistan24 bi zimanê tirkî jî nûçe û daxuyaniyên serkirdeyên Tirkiyeyê diweşîne.
Erman Topçu di peyama xwe de ragihand: "Ez salvegera damezrandina Kurdistan24ê li tevahiya bîner, tîm û karmendên wê pîroz dikim. Pêzanîna me bo kanala we heye û em bi giringiyeke mezin lê dinêrin, ji ber ku li navxwe û derveyî Iraqê xwediyê hejmareke gelekî zêde ya temaşevanan e."
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê herwiha got: "Wek dîplomat em li vir temaşevanên kanalan in; gelekî girîng e gava em dibînin Kurdistan24 bi zimanê tirkî nûçe, daxuyaniyên rêberên me û rûdanên li Tirkiyeyê belav dike. Ji ber vê yekê rêz û pêzanîna me ya taybet ji bo Kurdistan24ê heye."
Di dawiya axaftina xwe de, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê bal kişand ser asta hevkariyên dualî û hêviya xwe anî ziman ku pêwendiyên di navbera Enqere û Hewlêrê de hîn bihêztir bibin: "Hêvîdar im di pêşerojê de pêwendiyên me digel Herêma Kurdistanê pêş bikevin û serdan û diyalogên zêdetir di navbera me de pêk bên."